Alên Sîmonyan gumane wekî hemû dîlên ermenîye li Adirbêcanê wê paşda vegrin welêt

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye wekî desthilatdarîya Ermenîstanê hemû tiştî dike ku hemû dîlên ermenîye li Adirbêcanê bên azaberdanê.Sîmonyan gumane wekî nava encamên gavên desthilatdarîya Ermenîstanê hemû dîlên ermenî wê vegerine welêt.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Alên Sîmonyan derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana gotîye û daye dîyarkirinê,wekî niha li Adirbêcanê 23 dîlên îzbatbûyî tên xweykirinê, lê piştî şerê sala 2020 î hejmara wan dighîşte 200 î.
“Nêzîkî 200 dîlên me hebûne, roja îroyîn 23 dîlên îzbatbûyî hene.Werin em hîvîyêbin û ez gumanim wekî bi saya van gava hejmara wan dîla wê bighîje sifir û hemû wê vegerin.Serokên Qerebaxêye wî çaxî wê vegerin û desthilatdarîya me hemû tiştî dike ku hemû dîl paşda vegerine Komara Ermenîstanê”,- Sîmonyan gotîye.
Bi gotina serokê parlamêntê, optîmîzma wî bi cêribandina pêşdava girêdayîye.
“Ez dibêjm,wekî piştî şêr hetanî 200 dîlên me hebûn, lê roja îroyîn hejmara wan gihîştîye 23 a.Ez zanim,wekî gavên çawa ji alîyê desthilatdarîyêda, ji alîyê minda û ji alîyê wezîrê karên derda tên avîtinê”,- serokê parlamêntê gotîye.







