Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstan gerekê birîyarkin: cîgirê wezîrê karên der derheqa beşdarbûna Rûsîyayêda

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan haj pê tune ku nava projeya wa gotî rêya Tramp kompanîya rûsî çawa alîyê sêemîn heye, yan na.
“Înformasîya wî cûreyî min nebihîstîye.Gotûbêjkirinên tevî alîyê amêrîkî aktîvin. Derheqa wê yekêda ez nikarim tiştên bi hûrgilî bêjim”,- Safaryan gotîye û bersiva wan rojnamevana daye, yên ku gotibûn ku gelo ew yek raste ku kompanîyake rûsî jî beşdarî projeya dîyarkirî dibe.
Safaryan gotîye,wekî beşdarbûna her welatekî gerekê Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî birîyarkin.
“Nêzîkbûna her welatekî heye. Hemû tişt wê li gorî şêwirdarîyên herdu alîya bê birîyarkirinê”,- cîgirê wezîr gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî hemû biryar gerekê gorî berjewandîyên alîyabin.
Berî her tiştî gerekê kompanîya ermenîya-amêrîkîya bê sazkirinê.Hema niha gotûbêjkirinên derheqa wê yekêda pêk tên”,- ewî gotîye.







