H’emû nûçeSereke
Wezîrên Ermenîstanê û Misrêyî parastinê derfetên hevkarîyê nirxandine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan rastî wezîrê Misirêyî parastinê, gênêral Ebdêl Magîd Sakr hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanye parastinê hatîye ragîhandin û hatîye destnîşankirin ku balyozê Komara Ermenîstanêyî li Komara Misrêyî Ereba Armên Sargsyan jî beşdarî civînê bûye.
Wextê hevdîtinê, alîyan li ser çend mijarên têkildarî derfetên hevkarîyê di warê leşkerî de nîqaş kirine.
Her wiha wana li ser mijarên ewlehîyê yên herêmî û navneteweyî axivîne.







