Rojeva stratêjîky ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê çi ye?: wezîreta karên der naveroka tevahî ya belgeyê weşandîye

Wezîreta Ermenîstanêye karên der naveroka tevahî ya belgeya “Rojeva stratêjîk ji bo hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê” weşandîye. Li gorî “Armenpress” ê, belge tekez dike ku rojeva stratêjîk ji bo hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê gaveke girîng e ber bi pêşxistina têkilîyên di navbera her du alîyan de.
Rojev nîşana nirxên hevpar û berjewendîyên hevbeş e û şedetîya ji bo pabendbûna Ermenîstanê û Yekîtîya Avrrpayê ji bo kûrkirina hevkarîyê di hemû waran de.
Rojeva stratêjîk ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê her wiha armancên avropî yên welatîyên Ermenîstanê û pabendbûna Yekîtîya Avropayê ya ji bo piştgirîya pêşkeftina dêmokratîk, serwêrî, yekparçeya axê û berxwedana civakî-aborî ya Ermenîstanê nîşan dide.Yekîtîya Avropayê pabendbûna Ermenîstanê ya bi nirxên avropî û armanca wê ya kûrkirina întêgrasîyonê bi malbata avropî re pir teqdîr dike.
Hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê di qonaxeke girîng de ye. Rojeva hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê vîzyona me ya hevpar ji bo pêşerojê destnîşan dike, pabendbûna me ya hevpar ji bo qewînkirina aramî, refah û aşîtîyê li herêmê nîşan dide, û soza encamên berbiçev dide. Bi hevkarîya xwe, Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan dikarin armancên xwe yên ambîsîyon yên ku di Rojevê de hatine destnîşankirin bi cîh bînin û ji bo her kesî pêşerojeke geştir û ewletir biefirînin.
Yekîtîya Avropayê pabendbûna Ermenîstanê ya bi dêmokrasî, serwêrîya hiqûqê û mafên mirovan re û her weha pêşketina girîng di vî warî de, bi berçevgirtina rewşa herêmî ya pir dijwar ku Ermenîstan niha pê re rû bi rû ye, pir teqdîr dike.
Yekîtîya Avrpayê wê alîkarîya Ermenîstanê bike da ku armanc û pêşînîyên ku di rojeva hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de hatine destnîşankirin bi dest bixe. Yekîtîya Avropayê wê vê yekê bi seferberkirina hemî çavkanîyên piştgirîyê yên berdest bike, di nav de pisporî û şîret, baştirîn pratîk, danûstandina agahdarîyê, piştgirîya avakirina kapasîteyê, xurtkirina sazûmanî û amûrên piştgirîyê.
Dîyaloga li ser serbestberdana vîzayê jî pêşanîyek girîng ya hevbeş e. Armanca vê pêvajoyê ew e ku piştgirîya Ermenîstanê bike di avakirina rejîmek bê vîza ji bo serdanên demkurt di nav Yekîtîya Avropayê û herêma Şêngênê de, ku şert û mercên guncaw ji bo tevgerîn û ewlehîya bi bandor bên mîsoger kirin.
Rewşa ewlehîyê li herêmê hîn jî ne aram e. Ev rojeva stratêjîk ya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ewlehî û parastinê wekî qadeke nû ya hevkarîyê dihewîne, ku armanc dike ku berxwedan, ewlehî û aramîya Ermenîstanê zêde bike. Mînak, sala 2024 a de, Yekîtîya Avropayê yekem tedbîra piştgirîyê ji hêzên çekdar yên Ermenîstanê re di bin tesîsa aşîtîyê ya avropî de pejirand.







