H’emû nûçeSereke

Em hêvîdarin wekî nava dorana projeya  TRIPP Route da bernamên Yekîtîya Avropayêye învêstîsîyon  beşdarbûna wê, wê hebe:Paşînyan

Îzbatbûna rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye stratêcî, nava pêwandîyada guhartin û pêşketina girînge.Çi ku derheqa învêstîsîyadane, piştî qayîlîyên Waşîngtonê û piştî elamkirina projeya TRIPP Route  ê hewaskarîya învêstîsîyon hindava Ermenîstanê zêde bûye û em jî hewaskarin ku sîstêmên Yekîtîya Avropayê beşdarîya konrêkt mîyaserkin.Derbarê wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê axaftina li hukumatê gotîye û bersiva wê pirsê daye ku nava dorana îmzekirina dokûmênta dualîda, gelo nava projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da çi învêstîsîya wê hebin.

“Pêwandîyên meye tevî Yekîtîya Avropayê wê kûrbin, pêşda herin û nava “Xaçerêya aşîtîyê” da, usa jî em hêvîdarin wekî nava dorana projeya TRIPP Route   da bernamên Yekîtîya Avropayêye învêstîsîyon  beşdarbûna wê, wê hebe.

Em bona rastkirina dorana projeya TRIPP Route xebata xweye aktîv berdewam dikin.Em li ser dokûmênta dixebitin û ez dikarim bêjim, wekî dîtina min dibêje wekî em bi têmpeke baş pêşda diçin.

Em bîr bînin,wekî 2 ê kanûnê, nava doranên civîna şêwira hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê dokûmênta hevkarîya dualî, ya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatîye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button