H’emû nûçeSereke
Ji bo hinardekirina mêtalên hêja ji Ermenîstanê kvota 6 mehan hatîye destnîşankirin

Hukumetê di civîna xweye 4 ê kanûnêda, biryar daye ku kvota 6 mehan li ser mêtalên hêja hatine pêçandin û ji Ermenîstanê bo welatên sêyemîn têne hinartin, bê destnîşankirin.
Kvota wê ji 5 ê kanûnê bikeve merîyetê û heta 5 ê hezîrana sala 2026 a wê berdewam bike. Ew ê ji bo berhemên zêrfiroşîyê, berhemên zêr û zîv yên ku ji hêla hunermendan ve têne çêkirin derbazdar be.
Bîr bînin ku di 16 ê nîsana îsal de, lijneya komîsîyona aborî ya Avrasyayê biryarek daye ku hawirdekirin û hinardekirina hin katêgorîyên mêtalên hêja lîbêralîza bike.
Em li ser berhemên ku pêkhateya mêtalên hêja ji 2 selefî derbaz nabe diaxivin.







