Papoyan û Bandpêy li ser pêrspêktîfên hevkarîya di sêktora geştîyarîyê de di navbera Ermenîstanê û Îranê de axivîne

8 ê kanûna pêşin, wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan, rastî cîgirê wezîrê Komara Îranêye Îslamîye mîrata çandî, geştîyarî û hunerên destan Anûşîrvan Bandpêy, hatîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, ji wezîreta Ermenîstanêye aborîyê ragîhandine ku pêrspêktîvên hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Îranê de di warê geştîyarîyê û her weha îmkanên zêdekirina herikîna geştîyarîyê di navbera her du welatan de hatine nîqaşkirin.
Wezîr destnîşan kirîye ku “Ermenîstan û Îran welatên dostên demdirêj in û hevkarîya me di sêktora geştîyarîyê de, nemaze di salên dawî de, bi awayeke domdar pêşketîye. Tenê sala 2024 a de, nêzîkî 179 hezar geştîyar ji Îranê serdana Ermenîstanê kirine û mehên çile-mijdara sala 2025 a de, me îdî 166 hezar serdan tomar kirine”.
Her wiha li ser çend mijarên din yên ji bo pêşxistina sêktorê jî nîqaş hatine kirin.







