H’emû nûçeSereke

Almanya bi Avropayê re bi nêzîkbûna Ermenistanê eleqedare

Almanya bi nêzîkbûna Ermenîstanê bi Avropayê re pir eleqedar e.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, kanslêrê Almanyayê Frîdrîx Mêrs di civîna çapemenîyê ya hevbeş de bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re, li ser pirsa gelo Almanya amade ye ku piştgirîyê bide efirandina derfetên nû ji bo întêgrasîyona kûr ya Ermenîstanê bi Yekîtîya Avropayê re, di nav de di warên aborî, ênêrjî û sazûmanî de.

“Em bi nêzîkbûna Ermenîstanê bi Avropayê re pir eleqedar in. Li ser projeyên taybet lihevkirineke me heye, Almanya wê di gelek projeyan de di sêktora dabînkirina ênerjîyê de alîkarîya Ermenistanê bike, da ku di vî warî de serxwebûneke mezin bi dest bixe”.

Ewî daye kifşê ku wana bi serokwezîrê Ermenîstanê re li ser vê yekê sohbeteke pir taybet kirîye û gihîştine rêkeftinên têkildar, ku bi nivîskî jî hatine îfadekirin.Peymana dualî heye ku di salên pêş de bi hev re bixebitin. “Piştî aşîtîya bi Adirbêcanê re, şanseke dîrokî heye ku ev pêvajo li ser bingeha berfireh, aram û avropî bê danîn”,- kanslêrê Almanîyayê destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button