Derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bona Ermenîstanê merem nîne, lê bûyîna endama Yekîtîya Avropayê mereme:Paşînyan

Derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bona hukumata Ermenîstanê merem nîne, lê bûyîna endama Yekîtîya Avropayê mereme.
Çawa ku miqaledarê “Armenpress” ê ji Hambûrgê elam kirîye, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye, dema ku ewî derheqa wê pirsêda xeberdaye ku Ermenîstan kengê amade dibe ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî derkeve û kengê ewê bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayê erza fermî raberke.
“Derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nêta me nîne, lê ji alîkî mayînva bûyîna endama Yekîtîya Avropayê mereme. Em fem dikin wekî usa çê nabe, ku him endama Yekîtîya Avropayêbin û pêra jî endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîbin.Em fem dikin wekî xaleke wî cûreyî heye wekî em gerekê biryarê qebûlkin, lê roja îroyîn ew xal tune, pêwîstîya bona qebûlkirina birîyara wî cûreyî tune.Dema ku ew zeman bê ku em gihîştine wê xalê û em gerekê birîyarê qebûlkin, wî çaxî emê wê yekê bikin”,-serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.
Ewî serda zêde kirîye wekî parlamênta Ermenîstanê bona destpêkirina pêvajoya endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda qanûn qebûl kirîye, çimkî ew yek bona hukumata Ermenîstanê piştgirîye, bona ku werguhastinên dêmokratîk berdewam bike û bona ku hemû govek bibin anegorî standartên Yekîtîya Avropayê.
Heger em bi rastî neanegorî wan standartane, emê nikaribin bibine endama Yekîtîya Avropayê.Bona wê yekê jî li ser wê rê pirsgirêka ewil hema ewe, ku welat bibe anegorî standartên Yekîtîya Avropayê.Dema ku em bigîjine wê xalê, emê wî çaxî bona endamtîyê berbirî Yekîtîya Avropayêbin”,-Paşînyan gotîye.







