
Dadgeha bilind ya Îraqêye Fêdêral encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên parlamêna Îraqê pesend kirine.
Navenda ragîhandinê ya dadgehê daxuyanîyek belav kirîye û ragîhandîye, dadgeha bilind ya Fêdêral bi serokatîya dadwer Mînzîr Îbrahîm Huseyn û bi beşdarîya hemû endaman civîneke girtî pêk anîne.
Di civînê de encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên gera 6 emîn ya parlamênta Îraqê yên sala 2025 a hatine kontrolkirin.
Di daxuyanîyê de hatîye dîyarkirin ku piştî lêkolîn û nirxandinan, dadgeh gihîştîye wê encamê ku pêvajoya dengdanê mercên destûrî û yasayî bi cîh anîne û tiştekî ku zirarê bide rastîya wê tune.
Biryar teqez e
Li ser vê yekê, li gorî madeya 93 a ya destûra Îraqê, dadgeha fêdêral biryara pesendkirina encamên dawî daye.
Dadgehê destnîşan kirîye ku ev biryar teqez e û ji bo hemû desthilatan pêbendker e.
Her wiha biryar hatîye dayîn ku her sê desthilatên dewletê ji encamê bên agahdarkirin.
Hilbijartinên parlamênta Îraqê 11 ê çiriya paşin ya sala 2025 a hatibûn kirin.
Roja yekem dengdana taybet û roja duyem jî dengdana giştî hatibû kirin.
Dabeşbûna kursîyan
Li gorî encamên dawî yên ku dadgehê pesend kirine hejmara kursîyên partîyan wiha ye:
Hevpeymanîya avakirin û bipêşketinê: 46 kursî
Hevpeymanîya dewleta qanûnê: 29 kursî
Tevgera sadikûnê: 27 kursî
Hevpeymanîya teqedumê: 27 kursî
Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK): 26 kursî
Hevpeymanîya Hêzên Dewleta Niştimanî: 18 kursî
Rêxistina bedirê: 18 kursî
Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 15 kursî
Hevpeymanîya ezmê: 15 kursî







