H’emû nûçeSereke
Parlamentoya Ermenistanê pêşnûmeyasaya kêmkirina dema xizmeta leşkerî bo 1.5 salan bi tevahî qebûl kirîye

Parlamênta Komara Ermenîstanê pêşnûmeya qanûnê ya derbarê kêmkirina dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî bi 6 mehan de bi xwendina duyemîn û bi tevahî qebûl kirîye.
Li gorî “Armenpress” ê, pêşnûmeya qanûna li ser guhertina qanûna “Li ser xizmeta leşkerî û rewşa xizmetkaran” ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan di rûniştina parlamêntêda hatîye raber kirin.
Bi vî awayî, ji 1 ê çileya sala 2026 a, dema xizmeta leşkerî ya mecbûrî ji 2 sala 24 mehan dadikeve sal nîvekê, 18 meha.
Kêmkirina dema xizmetê ji 1 ê çileya sala 2026 a pê ve ji bo welatîyên ku di xizmeta leşkerî ya mecbûrî de ne derbazdar nabe.
Pêşnûme bi 65 dengên erê, 4 dengên na û 20 dengên bêalî hatîye pejirandin.







