Hewldana veguhestina 161 kîlogram “hêroîn” ji axa Ermenîstanê hatîye astengkirin

Di demên dawî de, li xala kontrolê ya sînorê “Agarak”ê, karmendên beşa xizmeta gumrikê û kontrolê ya li xalên derbazbûna bêjayî ya sînorê dewletê kamyonek û trêylêrê ku ji Komara Îranêye Îslamî digihîşt Komara Ermenîstanê, bi karanîna alavên tîrêjên, mûayeneya gumrikê kirin, di encamê de guman li ser hebûna dêpoyeke veşartî li pêşîya trêylêra kamyonê ku ji hêla welatîyekî Komara Tirkîyayê ve dihat ajotin, çêbûn.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ji alîyê beşa agahdarî û têkilîyên giştî ya komîtêya dahata dewletê ya Komara Ermenîstanê hatîye ragîhandin.
Di encama kontrola gumrikê de, di beşek veşartî ya berê de di trêylêra kamyona navborî de, 322 pakêtên reş yên ku bi banta xweçêkirinê ya şefaf pêçayî bûn, tijî hêroîn bûn û bi tevahî 161 kîlogiran bûn, hatine dîtin.
Welatîyê Tirkîyayê, li ser gumanek maqûl ya qaçaxçîtîya madeyên hişber hatîye girtin û radestî beşa lêpirsînê ya herêma Syûnîkê ya komîtêya lêpirsînê ya Komara Ermenîstanê hatîye kirin.
Di çarçoveya dozên cezayî yên ku ji hêla daîreya lêpirsînê ya herêma Syûnîkê ya komîtêya lêpirsînê ve li ser bûyerê hatine destpêkirin welatîkî Tirkîyayê hatîye girtin. Lêpirsîna destpêkê ya dozên cezayî ji daîreya lêpirsînê ya tawanên li dijî bazirganîya mirovan, parastina zayendî ya zarokên kêm temen, û bazirganîya madeyên hişber ya neqanûnî ya komîtêya lêpirsînê ya Komara Ermenîstanê re hatîye şandin. Di çarçoveya dozên cezayî de, li ser bingeha biryara dadgehê ya têkildar, girtina wek tedbîrek pêşîlêgirtinê li dijî wî hatîye hilbijartin.
Niha, karmendên gumrikê karmendên komîtêya lêpirsînê tedbîrên lêpirsînê yên berfireh û îstîxbaratî yên opêrasyonal ji bo tespîtkirina kesên ku veguhastina narkotîkê bi rêya axa Komara Ermenîstanê organîze dikin, têne kirin.







