H’emû nûçeSereke

Fêstîvala STARMUS ê ye heştemîn wê li giravên Kanarîyê pêk bê

Giravên Kanarîyê yên Îspanyayê wê cotmeha sala 2026 a  mazûvanîya fêstîvala bêhempa ya zanist û mûzîkê STARMUS bikin. Wekî ku ji hêla “Armenpress” ê ve hatîye ragîhandin, hevdamezrînerê STARMUS ê, astrofîzîknas Garîk Îsraêlyan, hûrgilîyên fêstîvalê, ku ji bo cara 8 emîn tê organîzekirin, 16 ê kanûnê li Londonê di civîna çapemenîyê de ragîhandîye.

Fêstîval wê di navbera 17-22 ê cotmehê  li giravên Tênêrîfê û La Palmayê pêk bê. Fêstîvala 8emîn wê bi mijara “Lêgerîna rastîyê” bê lidarxistin.

Festîvalên STARMUS her tim bi cûre-cûre mijarên ku têne nîqaşkirin û taybetmendîya axaftvanan têne zanîn. Fêstîvalên berê rêwîyên heyvê, astronot, xwedîyên xelata Nobêlê, zanyarên navdar û mûzîkvanên navdar yên cîhanêne.

Di civîneke çapemenîyê ya 16 ê kanûnê de, hevdamezrînerê fêstîvalê Garîk Îsraêlyan avakirina mêdaleke nû ji bo rêzgirtina Cêyn Gûdol ragîhandîye, ku wê bi navê Jane Goodall Earth Medal be binavkirin. Heger mêdala Hokîng ji bo beşdarîyên di popûlerkirina zanistê de bê dayîn, wê hingê mêdala Cêyn Gûdol wê ji kesên ku hewl didin û her gav dengê xwe di parastina gerstêrka me û bîyolojîk cîhêrengîyê de dibihîzin re bê dayîn. Prîmatologê navdar Cêyn Gûdol, ku di sala 2025 a de koça dawî kirîye, endama desteya şêwirmendîya STARMUS bûye.

Yekem fêstîvala STARMUS di sala 2011 a de hatîye lidarxistin. Hevdamezrînerên fêstîvalê astrofîzîknas Garîk Îsraêlyan û astrofîzîknas Bryan Mêy, gîtarîstê koma efsanewî Queen in.

Sala 2022 a de, fêstîval cara yekem li Ermenîstanê hatîye lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button