Hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Rûsyayê pêk hatîye

Civîneke taybet di navbera serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Sankt Pêtêrbûrgê pêk hatîye.
Axaftina xwe de, serokê Rûsyayê wiha gotîye: “Birêz Nîkolê Vova, ez dixwazim careke din spasîya We bikim ji bo beşdarbûna We van çalakîyên ku di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Welatên Hevalbendîya Serbest de têne lidarxistin.
Duh û îro me nirxandinên xebata xwe dane hev. Bi giştî, bi raya min, her tişt pir baş bûye.
Ez hêvî dikim ku atmosfêr baş bûye. Lê ya here girîng, tîmên me di hemû alîyan de bi dijwarî xebitîn, belgeyên baş amade kirin, her tişt îmze kirin, her tişt ber bi pêş ve diçe.
Di derbarê têkilîyên dualî de, ew pêşve diçin. Danûstandina bazirganîya me bi rêkûpêk hatîye kirin, em li ser vê yekê axivîn.Heger sala 2024 a de ji 11 mîlyardî derbaz bûye, wê demê di neh mehên pêşin yên îsal de gihîştîye 4,5 mîlyardî. Ev jî nîşaneyeke baş e û sedemekê dide me ku em bawer bikin ku em ê di pêşeroja nêzîk de wê zêde bikin.
Bernameyên me yên baş jî hene, me berê li ser ênêrjîyê, tevî ênêrjîya atomî, nîqaş kirîye. Em ê niha nekevin nav hûrgilîyan, lê derfetek heye ku em niqaş bikin û biaxivin. Derbarê sêktora lojîstîkê de jî.
Di civîna me ya berê de, We gelek mijarên ku em dikarin bi hev re li ser bixebitin, anîn ziman, di nav de sererastkirina rêyên kevin û çêkirina rêyên nû ku wê sînorên Ermenîstanê vekin. Ji ber vê yekê, bi tevahî, her tişt baş diçe. Bê guman, mijarên din jî hene ku em ê niha li ser niqaş bikin.
Ez pir kêfxweş im ku We dibînim. Sipas ji bo We li vir dibînim”.
Serokwezîr Paşînyan jî gotîye: “Vladimîr Vladîmîrîç, ez ji bo vexwendinê pir spasdar im.
Ez difikirim ku me du rojên pir tijî bûyer bi hev re di formatên Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Hevalbendîya Welatên Serbestde derbaz kirin. Bê guman, gelek biryarên girîng hatin girtin. Û niha, ev dawîya mentîqî ya serdana min ya xebatê ya Sankt Pêtêrbûrgê ye.
Bê guman, pêşketinên pir girîng û bi xêra Xwedê, erênî li herêma me diqewimin. Û ez dixwazim ji bo piştgirîya We ya ji bo pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de spasîya We bikim. Û, wek ku me di axaftina xwe ya têlêfonê ya piştî 8 ê tebaxê de gotîye, aşîtîya ku pêk hatîye wê derfetên nû ji bo pêşveçûyîna bêtir ya têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de veke.
Û ev yek berê jî qewimîye, ji ber ku trênên ji Rûsyayê berê xwe didin Ermenîstanê di nav axa Adirbêcanê re, ez difikirim ku ev bûyereke bi rastî dîrokî ye. Û wek ku We berê jî behs kirîye, derfetên nû vedibin. Rojeva ji bo sererastkirina hin beşên din yên rîya hesin li welatê me berê gihîştîye.
Bi taybetî ez behsa beşên Îcêvan, Yêrasx û Axûrîkê dikim. Ev rîya Ermenîstanêye hesin bi Adirbêcanê, beşa sereke ya Adirbêcanê bi Nexçêvan û Tirkîyayê ve girêdidin, ji ber ku pêvajoyeke sîyasî ya çalak di rê de ye. Ez nikarim bêjim ku ji bo vekirina rîya hesin biryarên sîyasî hene. Lê ez difikirim ku rewş ewqas gihîştîye ku pêwîst e xebatên amadekarîyê bên kirin.
Her wiha em niha bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re di danûstandinên dualî yên pir avaker de nin li ser pêkanîn û avakirina projeya TRIPP ê. Ev guhertin bi rastî jî girîng û watedar in ji bo herêma me.
Û ez difikirim ku îro derfeteke pir baş e ji bo niqaşkirina van hemû mijaran.
Dîsa sipas ji bo vexwendinê, bername û atmosfera xweş, û asta pir bilind ya organîzasîyakirina çalakîyên xebat û çandî.
Gelek sipasîya we dikim”.







