Li ser rêya şuhretê ya bajarê înjênêrîyê steyrkên sê xwedîyên xelata dewletê ya Global High-Tech ya cîhanî vekirine

Merasîma vekirina steyrkên ku navên xwedîyên xelata dewletê ya Komara Ermenîstanê ya salên 2022 a , 2023 a û 2024 a ji bo beşdarîya cîhanî ya di têknolojîya bilind li ser wan hene, li bajarê înjênêrîyê bi beşdarîya wezîrê pîşesazîya têknolojîya Ermenîstanêye bilind Mxîtar Hayrapêtyan pêk hatîye.
Wezîr Hayrapetyan bi xêrhatina xelatgiran kirîye, pîrozbahî li wan kirîye û destnîşan kirîye ku balê dikişîne ser nêzîkatîyên hukumeta Ermenîstanê û civaka têknolojî li ser takekes wek efirînerê nûjenî, serokatîyê û nirxên gerdûnî ye. Li gorî wî, ew kesên ku bi zanîn, înîsîyatîv û ramanên xwe yên nûjen beşdarî pêşkeftina hevaltîyên têknolojîk dibin, ne tenê ji bo rêxistinên xwe, lê di heman demê de ji bo tevahîya mirovahîyê jî nirxê diefirînin.
Her wiha di merasîmê de, rêvebirê “Sînopsîs Armenia” ê, koordînatorê rêvebir ya xelatan û komîtêya hilbijartina navneteweyî Hovîk Mûsayêlyan, rêvebirê fonda “Înkûbatora karsazîyê» Bagrat Yêngîbaryan, balyozê Japonyayêyî li Ermenîstanê Aokî Yûtaka û cîgirê rêvebirê giştî yê Viva ê Davît Gêvorgyan jî beşdar bûne.
Dawîya çalakîyê de, merasîma vekirina steyrkên ku navên xelatgiran li ser wan bûn ” Li ser rêya şuhretê” ya li bajarê înjênêrîyê ji bo rêzgirtina xelatgiran pêk hatîye.







