
22 ê kanûnê paralel bi serdana şandeke bi serokatîya wezîrê Tirkayêyî karên der bo Sûrayê, li çend deverên Helebê yên ku kurd lê dijîn, di navbera hukumeta demkî û hêzên çekdar yên kurd de pevçûn çêbûn. Di encama rêkeftinek di navbera alîyan de, di dawîya rojê de ew pevçûn rawestîyaye. Derheqa wê yekêda erebzan Armên Pêtrosyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîye.
Ewî bi taybetî destnîşan kirîye: “Bê guman ev pêşketin armanc dikin ku peymana ku 10 ê adara îsal de ji bo pêşxistina “Hêzên Sûrya Dêmokratîk” (HSD) bi zexteke berfireh li ser rêça kurdan li bakurê Sûryayê hatîye çêkirin, bê cîbicîkirin. Li gorî wê, HSD wê bi hêzên çekdar yên Sûryayê re bê întêgrekirin û deverên ku ji hêla wê ve têne kontrolkirin wê hêdî- hêdî bên veguheztin bin kontrola hukumeta navendî. Peyman bi giranî ji ber pirsgirêkên xwerû yên hukumeta Sûryayê û destwerdana Îsraêlê nehat cîbicîkirin”.
Niha, Tirkya careke din hewl dide ku destwerdanê di pêvajoyê de bike da ku çareserkirina mijarek ji bo wê girîng be.
Di vê çarçoveyê de, eger HSD ber bi çareseriyeke aştiyane ve neçe, bijarteya piştgirîya leşkerî ya Enqerê ji bo Şamê nayê redkirin.
Di nav civaka ermenî de tu qurbanî tune ne.Li Helebê roja rihetîyê hatiye ragihandin”.







