H’emû nûçeSereke

Ovêrçûk planên xwe yên berfirehkirina hinardekirina bo Ermenîstanê bi rêya Adirbêcanê ragîhandîye

Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk di têlêvîzyona Rossîya 24 de gotîye ku Rûsya plan dike ku ji bilî genim, bi rêya ku Adirbêcanê re derbaz dibe, kelûpelên din jî, bide Ermenîstanê.

Ovêrçûk gotîye:”Bûyereke pir girîng vê dawîyê qewimîye 30 salan  zêdetire  ji serxwebûna Ermenîstanê û Adirbêcanê ev cara yekem e ku trênê  genimê Rûsyayê hildigirt, bi rêya axa Adirbêcanê û Gurcistanê gihîştîye Ermenîstanê.Pêşî genimê Rûsyayê bûye, paşê genimê Qazaxistanê bûye, niha em li ser berfirehkirina rêza barhilgirên ku têne veguhastin, niqaş dikin”.

Ewî destnîşan kirîye ku Adirbêcanê di heman demê de bi şandina trênê ku berhemên pêtrolê hildigire, dest bi hinardekirina xwe bo Ermenîstanê kirîye.

Li gorî cîgirê serokwezîrê Rûsyayê, Moskva û Yêrêvan di heman demê de li ser îhtîmala şandina barhilgiran ber bi alîyê berevajî ve, ji Ermenîstanê bo Rûsyayê bi rêya axa Adirbêcanê, niqaş dikin. “Em li ser pêşxistina lojîstîka domdar bi rêya barkirina du alî diaxivin. Ev pêşketin in ku vê dawîyê ne mimkûn xuya dikirin rayedar tekez kirîye. Berê hatibû ragîhandin ku Rûsya plan dike ku heta dawîya çileya sala 2026 a nêzîkî 132 vagonên genim radest bike.

Bi tevahî, Ermenîstan salê 450 000-500 000 tonn genim îtxal dike, ku hema bêje bi tevahî ji Rûsyayê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button