Peyama nû ji Waşîngtonê ji bo piştgirîya aşîtîyê: serdana rayedarê payebilind yê amerîkî di rojevê de ye?

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp li qesira Sipî piştgirîya xwe ji bo pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstanê ji nû ve piştrast kirîye. Balyozxaneya Ermenîstanêye li Amêrîkayê radigihîne ku balyoz Narêk Mkrtçyan li qesira Sipî rastî serokê Amêrîkayê hatîye. Hevdîtinê de, Tramp pîrozbahîyên xwe ji gelê ermenî re ragîhandîye û tekez kirîye ku Ermenîstan û gelê ermenî şayanê aşîtîyeke aramî û mayînde ne. Girîng e ku di heman demê de, gote-got li ser serdana rayedarekî pir payebilind yê amerîkî bo Ermenîstanê belav dibin, ku wezareta Ermenîstanêye karên der bersiv daye.
Pisporê karûbarên navneteweyî Sûrên Sargsyan pêşbînî dike ku destpêka sala bê wê li Ermenîstanê di warê sepandina sîyaseta amêrîkî di pratîkê de pir çalak be. Sîyasetmedar Arman Babacanyan jî lez kirîye ku agahdarîya xwe ya ku cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî Cêyms Dêyvîd Vêns wê sibata sala 2026 a serdana Ermenîstanê bike belav bike. Ev not li ser paşxaneya daxuyanîya serokê Dewletên Yekbûyî ya rojekê berê hatine çêkirin, ku tê de Tramp piştgirîya xwe ya bê şert û merc ji bo pêvajoyên aştîxwaz ji nû ve piştrast kirîye.
Nûçeya serdana muhtemel ya Vêns di qada pisporan de bi lez û bez bi peymanên 8 ê tebaxê ve hatîye girêdan, ku bi efirandina binesazîya TRIPP, şîyanên sînor û gumrikê ve girêdayî ne. Babacanyan ev nêrîn anîye ziman:
“Ev bi serê xwe tê vê wateyê ku Dewletên Yekbûyî bi rastî hewl dide ku peymana aşîtîyê bicîh bîne û temam bike, ku wê Asyaya Navîn û Kafkasîyaya Başûr bi tevahî wekî herêmeke hevpar ya jêopolîtîk û jêoaborî ava bike, ku di serdema piştî Sovyêtê de armanca sereke ya sîyasî û stratêjîk ya Dewletên Yekbûyî bûye”.
Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê bersiva pirsekê de li ser serdana muhtemel ya cîgirê serokê Amêrîkayê Cêyms Dêyvîd Vêns bo Ermenîstanê gotîye:
“Em bi awayeke guncaw û di wextê xwe de derbarê serdanên asta bilind yên plankirî bo Ermenîstanê de agahdar dikin”.
Karbidestên amêrîkî yên peyabilind ku heta niha serdana Ermenîstanê kirine, serokê meclîsa nûneran û sêkrêtarê karên der bûne. Pisporê navneteweyî Sûrên Sargsyan red nake ku rêya Tramp bi fermî jî bê vekirin.
“Di vê çarçoveyê de, agahîyên li ser vekişîna balyozê bi taybetî balkêş in. Ji bo min pir girîng e ku ez fêm bikim ka gelo balyoz wê di dema serdana rayedarê payebilind de berdewam bike yan dê ji hêla berpirsê kar ve bê guhertin, ji ber ku îhtîmala tayînkirina balyozekî nû di demek usa kurt de hema hema sifir
Di heman demê de, rêveberîya Tramp vê dawîyê biryareke katêgorîk da ku nûnerên xwe yên dîplomatîk li dehan welatan biguherîne û dest bi vekişandina nêzîkî 30 balyozên ku di bin serokatîya serokê berê Co Baydên de hatine tayînkirin kirîye. Di nav wan de balyoza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye y li Ermenîstanê Krîstîna Qwîn jî.
Wezîreta Amêrîkayêye karên der bersiv daye rexneyên li ser vekişîna balyozan, û ew wek gaveke ne taybetî sîyasî nedîtîye.
“Vegerandin ji bo her rêveberîyekê prosêdûreke standart e. Balyoz li gorî biryara serokkomar kar dikin, bêyî ku ew bi biryara sîyasî bên tayînkirin yan jî dîplomatên karîyerê bin”.
Balyozxaneya Amêrîkayêye li Ermenîstanê vekişîna balyoz piştrast kirîye û zelal kirîye ku Krîstîna Qwîn wê di nîvê çile de peywirê xwe biqedîne. Balyozxaneyê tekez kirîye ku sîyaseta amêrîkî li Ermenîstanê piştî çûyîna balyozê naguhere.
“Dewletên Yekbûyî y pabendê hevkarîya xwe ya bi Ermenîstanê re dimîne û li benda pêşveçûna bêtir ya hevkarîya stratêjîk ya di navbera Dewletên Yekbûyî û Ermenîstanê de, û her weha bicîhanîna peymanên dualî yên ku ji alîyê serok Tramp û serokwezîr Paşînyan 8 ê tebaxê di dema civîna aşîtîyê ya dîrokî ya li Waşîngtonê de hatine îmzekirin”.
Di mijara normalîzasîyakirina têkilîyên Ermenistan-Adirbêcanê, Dewletên Yekbûyî ne tenê wek navbeynkar tevdigere, lê di heman demê de gavên berbiçev pêşnîyar dike da ku mêxanîzmên pêkanîna TRIPP ê di warê binesazîyê û ewlehîyê de mîsoger bike. Serdanên cîgira alîkarê sêkrêtarê Amêrîkayêye karên der Sonata Koûltêrê û rayedarên din yên payebilind vê yekê tekez dikin û Dewletên Yekbûyî y jî dest bi xebatê bi Ermenîstanê re kirîye.
Herwiha hejmareke pêşnûmeqanûn ji bo qewînkirina ewlehîya Ermenîstanê piştî peymanên Ermenîstan-Adirbêcanê li kongreya Amerîkayê hatine pêşnîyarkirin.







