Sala 2025 a ji bo hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê saleke girîng bû: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der encamên sala 2025 a bi daxuyanîyekê eşkere kirîye.
Tê destnîşankirin ku sala 2025 a ji bo hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê saleke girîng bûye û pêşketinên girîng çêbûne.
Hevkarî di sêktorên parastin û ewlehîyê de berfireh bûne.
1. Destpêkirina şêwirmendîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avrorpayê-yên li ser ewlehî û parastinê hatîye ragîhandin,
2. Peymana ku çarçoveya beşdarîya Komara Ermenistanê di opêrasîyonên birêvebirina krîzê yên Yekîtîya Avropayê de saz dike, hatîye îmzekirin û ketîye merîyetê.
3. Mandata mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê wek faktoreke girîng ya ku beşdarî îstîqirarê dibe hatîye dirêjkirin,
4. Di navbera dewletên endam yên Yekîtîya Avropayê de li ser dabeşkirina duyemîn ya alîkarîyê ji Ermenîstanê re di bin tesîsa aşîtîyê ya avropî de lihevkirinek çêbûye.
Dîyaloga serbestberdana vîzayê pêşketin bi dest xistîye, bi armanca ku encamên berbiçev ji bo welatîyên Ermenîstanê peyda bike.
Gera duyemîn ya fînansmanê ji bo Ermenîstanê di bin bernameya berxwedan û mezinbûnê de (202.5 mîlyon yûro) tê bicîhanîn.
Li ser lidarxistina çalakîyên girîng yên pêşerojê lihevkirinek çêbûye:
Ermenîstan ji bo mazûvanîya civîna biharê ya sala 2026 a ya civaka sîyasî ya avropî hatîye hilbijartin,
Yekem civîna Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê wê gulana sala 2026 a de bê lidarxistin.
“Sal bi pejirandina rojeva hevkarîya stratêjîk ya Ermenîstan-Yekîtîya Avrorpayê bi dawî bûye, ku bi vîzyon û berpirsîyarîyeke hevpar ya ku armanc dike ku bi berdewamî di warên sereke de encamên berbiçev mîsoger bike, ketîye qonaxeke nû”,-ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
Kûrbûna hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê armancên avropî yên welatîyên Ermenîstanê nîşan dide: parlamênta Komara Ermenîstanê qanûna “Li ser destpêkirina pêvajoya tevlêbûna Komara Ermenîstanê bo Yekîtîya Avropayê” pejirandîye.







