Berîya COP17, li ser platformên navneteweyî çalekîyên organîzekirinê: wezîreta karên der sal bi kurtasî şîrove kirîye

Ermenîstan, wek serokatîya konfêransa 17emîn ya alîgirên Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser cûre-cûreya bîyolojîk, sala 2025 a bi organîzekirina çalakîyên asta bilind li platformên navneteweyî yên cûre-cûre, pêşengîya hewldanên navneteweyî kirîye da ku rojeva parastina cûre-cûrîyê pêşve bibe.Derqeqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
Wezîreta Ermenîstanêye karên der çalakîyên asta bilind li dar xistîye:
.Rûniştina 69 emîn ya komîsîyona Netewên Yekbûyî ya li ser rewşa jinan li Nyû Yorkê,
.Rûniştina 34 emîn ya komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser pêşîlêgirtina sûc û edaleta sûc li Vîênayê,
.Konfêransa sêemîn, ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser okêana li Nîsayê,
.Forûma sîyasî ya asta bilind ya konsêya aborî û civakî ya Neteweyên Yekbûyî li Nyû Yorkê,
.Konfêransa çaremîn ya navneteweyî ya li ser fînansekirina geşepêdanê li Sêvîlayê,
.Beşa asta bilind ya rûniştina 80 emîn ya civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Nyû Yorkê,
. Civîna cîhanê ya duemîn ji bo geşepêdana civakî li Dohayê,
.Civînên sazîyên alîkar yên alîgirên peymana cûre-cûrîya bîyolojîk li Panamayê,
. Çarçoveya konfêransa 30 emîn ya alîyên peymana çarçoveyî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guherîna avhewayê (COP30) li Bêlêmê,
. Konfêransa jîngehê ya 7 emîn ya Neteweyên Yekbûyî li Naîrobîyê,
. Û her wiha “Dîyaloga Yêrêvanê”.
Di dema bûyerên ku li jorê hatine behs kirin, balê dikişîne ser yekem nirxandina hevbeş ya çarçoveya cûre-cûreya bîyolojîk ya cîhanî ku wê sala 2026 a de li Yêrêvanê bê lidarxistin, seferberkirina çavkanîyên darayî ji bo pêkanîna peymanê û serokatîya gelên xwecîhî û civakên herêmî. Her wiha, platformên navneteweyî de mijarên têkildarîya rola jinan, çareserîyên li ser bingeha xwezayê û pirsgirêkên din yên di têkoşîna li dijî pirsgirêkên têkildarîya bîyolojîk cîhêrengî, avhewa, çerxa hîdrolojîk û erdê de hatine raberkirin.







