Qazaxistan dixwaze li ser rêya ku Rûsîyayê ra derbaz dibe belgeyekê îmze bike: projeyêda Ermenîstanê jî navdaye

Ajansa KazTAG radigihîne ku Qazaxistan amadekarîya dike ku peymana li ser destûra tranzîtê ya yekane ji bo TRACECA ê, rêyeke veguhastinê ya ku Rûsîyayê ra derbaz dibe, îmze bike.
Di danasîna pêşnûmeya biryara hukumetê de tê gotin: “Bendên vê peymanê veguhestina tranzîtê ya navneteweyî ya kelûpelan bi rêya rêyên bejahî di nav axa dewletên peymankar de bi karanîna destûra tranzîtê ya yekane rêk dixin, şert û merc û prosêdûrên derxistin, sepandina wê û her weha bendên din yên ku raste-rast bi destûra tranzîtê ya yekane ve girêdayî ne destnîşan dikin”.
Li gorî belgeyê, peyman ji bo hêsankirin û lezandina veguhastina rê ya navneteweyî, zêdekirina şefafî û dîjîtalîzasîyakirina prosêdûrê û her weha zêdekirina herikîna tranzîtê li ser rêyên TRACECA ê, avakirina mêxanîzmêyeke yekgirtî ji bo destûrên tranzîtê peyda dike.
“Encamên pratîkî yên pêşin piştî ku belge bikeve merîyetê (30 roj piştî wergirtina agahdarîya çaremîn) têne hêvîkirin û çerxa salane ya sepandina destûra veguhastina hevpar ji 1ê çile heta 31 ê çile ya sala pêş- wê plansazîyeke aram û pêşbînîkirina veguhastinê mîsoger bike.Bicîhanîna bendên peymanê divê bibe sedema baştirkirina hevrêzîyê di navbera rayedarên pispor, kêmkirina demên derbazbûna sînor û zêdebûna karîgerîya kontrola li ser veguhastina tranzîtê”,- belgeyêda hatîye kifşê.
TRACECA bernameyeke hevkarîya navneteweyî ye ku ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve sala 1993 a de li konfêransa Bryûsêlê hatîye destpêkirin. Armanca wê efirandin û pêşxistina korîdora veguhastinê ya “Avropa-Kafkasîya-Asya” ye.
Ew 13 welatan, di nav wan de Qazaxistanê, Ermenîstanê, Adirbêcan, Gurcistanê, Qirgizistanê, Tacîkistanê, Ûzbêkîstanê, Tirkîyayê, Îranê dihewîne. Armanc ew e ku rêyên rîya hesin,deryayî û hewayî yên bi rêya behra Reş, Kafkasîyayê û behra Kaspîyê ji bo veguhestina pirmodal ya bar û rêwîyan bi yek belgeya veguhastinê bên modêrnîzasîyakirin.
Ev proje wek rêyeke ji bo pêşxistina întêgrasîyona aborîyê, bazirganîyê û veberhênanê di navbera herêman de û altêrnatîvek ji bo rêyên kevneşopî yên wek Transsîbîrê hatîye armanckirin. Ew bi rêya komîsîyoneke Navdewletî tê hevrêzkirin.







