SerekeSîyasî

Mezlûm Ebdî: êrîşên li ser Helebê rê li ber guherîna dêmografîk vedikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê daxuyanîyek belav kirîye. Ebdî dîyar kirîye ku berdewamîya nêzîkatîya şer û zimanê şer ji bo ferzkirina çareserîyên yekalî nayê qebûlkirin.

Mezlûm Ebdî bal kişandîye ser rûdanên pêşeroj û gotîye:”Vê nêzîkatîyê berê li peravên Sûryayê û Siwêdayê bûn sedema komkujîyên ku di asta sûcên şer de ne”.

Ebdî destnîşan kirîye ku belavkirina tank û topan li taxên bajarê Helebê, bombebarankirina sîvîlên bêparastin, koçberkirina wan û hewldanên dagirkirina taxên kurdan di dema proseyên dan û standinê de, derfetên gihîştina lihevkirinê ji holê radike.

Fermandarê Giştî yê HSD ê hişyarî da ku ev rewş zemînê ji bo guherînên dêmografîk yên metirsîdar amade dike û sîvîlên li her du taxan asê mane rûbirûyî metirsîya komkujîyan dike.

Mezlûm Ebdî teqez kirîye ku ew li gel xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefîyê ne û wiha gotîye: “Em bi rojan e bi hemû alîyan re dixebitin da ku van êrîşan rawestînin”.

Fermandarê Giştî yê HSD ê di dawîya peyama xwe de sersaxî ji malbatên kesên ku canê xwe ji dest dayexwestîye û ji bo birîndaran jî daxwaza başbûneke bi lez kirîye.

Rewşa Helebê piştî ragîhandina “qedexeya hatin û çûyînê” û naskirina taxên kurdan wek “herêma leşkerî” ji alîyê artêşa Sûryayê ve, li ber teqînê ye.

Li gorî komîtêya bersivdayînê ya Helebê, heta niha 142 hezar kes koçber bûne.

Wezîreta hawarçûyînê ya Sûrayê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) bi “gulebarankirina ambûlansan” tohmetbar dike.

Wezîreta parastinê ya Tirkyayê jî îdîa dike ku HSD ê dest bi êrîşan kirîye.

Birêvebirê ragîhandina tenduristîyê yê Helebê ragîhandîye ku 7 sîvîl hatine kuştin û 52 kesên din jî birîndar bûne.

Hevserokê encûmena tenduristîyê ya taxên kurdan  Osman Şêx Îsa derbarê “komkujîyê” de hişyarî daye.

Li gorî amarên wan yên herî nû, 8 kesan canê xwe ji dest daye û 66 kes jî birîndar bûne.

Şer ji Helebê derket derve

Li gorî daxuyanîya HSD ê, komên “Emşat” ê yên hukumeta Şamê navenda nehîya Dêr Hafirê ya ku sîvîl lê zêde ne, bi topên hawanê, çekên giran û dronên xwekuj topbaran kirine.

Di encama êrîşê de 3 sîvîl birîndar bûne û zirar gihîştîye torên êlêktrîkê.

HSD ê her wiha eşkere kirîye ku heman komên çekdar li derdora bendava Tişrînê êrîşî “Tel Seryatel” ê kirîye.

HSD ê ev êrîş wek “alozîyeke plankirî” pênase kirîye û teqez kirîye ku mafê wan yê bersivdayîna rewa ji bo parastina xelkê û aramîya herêmê heye.

Li hêla din, HSD ê li gundewarê Reqayê droneke bombekirî xistîye xwarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button