H’emû nûçeSereke
Gelo sala 2026 a de wê nakokîya Ermenîstan-Adirbêcanê gur bibe? pêşbînîya zanyarê rûsîyî sîyasî

Pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê bi tundî di bin kontrola Waşîngtonê, Enqerê, Bryûsêlê û Londonê de ye: pir îhtîmal e ku sala 2026 a de pevçûyîn careke din gur nebe.Derheqa wê yekêda zanyarê sîyasî yê rûsî Dmîtrî Trênîn gotîye.
Trênîn pêşbînî dike ku “Moskva wê bi Bekûyê re têkilîyên xwe yên sar lê bi giştî yên xebatkar biparêze. Moskva wê bi Tiblîsîyê re jî dîyalogeke pragmatîk biparêze. Partîya Paşînyan îhtîmal e ku di hilbijartinên hezîranê yên li Ermenîstanê de bi ser bikeve û rêya nêzîkbûna wê bi Rojava re wê berdewam bibe, di heman demê de têkilîyên aborî yên sûdmend yên Yêrêvanê bi Rûsyayê re biparêze”.







