H’emû nûçeSereke

Kûçik diewte, karwan diçe:Rubînyan bersiva daxuyanîya Solovyov daye /wêne/

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan bersiva daxuyanîya weşanger û rojnamevanê rûsî Vladîmîr Solovyov daye ku gotiye “Windakirina Ermenîstanê li dijî berjewendîyên neteweyî yên Rûsyayê ye” û divê opêrasîyona leşkerî ya taybet ne tenê li Ûkraynayê, lê di heman demê de li deverên din yên ku di bin bandora Rûsyayê de ne jî, bêyî ku qanûnên navneteweyî bên berçavgirtin, bê kirin”.

Li gorî “Armenpress” ê, cîgirê serokê  parlamênta Ermenistanê di bersiva daxuyanîya Solovyov li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye:

“Kûçik diewte, karwan  diçe.Vê rewşê de kûçik hevalê nêzîk û hemwelatîyê karsazê rûsî Samvel Karapêtyan Solovyov e û karwan welatê meye delal e, ku ber bi aşîtî û pêşketineke bêveger ve diçe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button