H’emû nûçeSereke

Dewletên Aêmrîkayêye Yekbûyî bang ji welatîyên xwe  kirîye ku ji Îranê derkevin, nav de bi rêya Ermenîstanê

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bang ji welatîyên  kirîye ku “niha ji Îranê  derkevin” û destnîşan kirîye ku xwepêşandanên li welêt zêde bûne, gihîştina întêrnêtê hatîye astengkirin, rê hatine girtin û hevaltîyên hewayî geştên ji Îranê û ber bi Îranê ve sînordar kirine yan jî betal kirine. Ermenîstanê jî wek vebijarkek ji bo derketina Îranê tê pêşnîyar kirin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda li ser malpera balyozxaneya vîrtûal ya Amêrîkayêye li Îranê hatîye weşandin.

Daxuyanîyê de hatîye gotin: “Niha ji Îranê derkevin. Planeke ji bo terikandina Îranê hebe ku xwe nespêre alîkarîya hukûmeta Amerîkayê. Heke hûn nikarin derkevin, di nav kampa xwe de yan jî di avahiyek din ya ewle de cihekî ewle bibînin… Ji xwepêşandanan dûr bisekinin.”

Her wiha tê destnîşankirin ku hukumeta Amêrîkayê nikare ewlehîya welatîyên amêrîkî yên ku ji Îranê derdikevin mîsoger bike.

“Welatîyên amêrîkî li bendê bin ku qutbûnên întêrnêtê berdewam bikin, rêyên din yên ragîhandinê plan bikin, û heke ewle bin, bifikirin ku ji Îranê bi rêya bejahî derkevin Ermenîstan yan Tirkyayê… Ji roja duşemê, 12 ê kanûna paşin ve, sînorê bejahî yê Ermenîstanê li Agarak-Nordûz vekirî ye,- balyozxaneyê  elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button