SerekeSîyasî

Tramp bacê 25 selefê li ser welatên ku bi Îranê re bazirganîyê dikin sepandîye

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp ragîhandîye ku wê tavîlê bacên gumrikê li ser welatên ku “Bi Îranê re bazirganîyê dikin” bên sepandin.

BBC radigihîne ku şirîkê bazirganî yê herî mezin yê Îranê Çînistan e, piştre Îraq, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba,Tirkîya û Hindistan tên.

Tramp li ser tora civakî ya Truth Social ê nivîsîye: “Her welatekî ku bi Komara Îranêye Îslamî re bazirganîyê dike, wê ji bo her bazirganîya ku bi Dewletên Yekbûyî re bike, bacê 25 selefê bide”.

Bi tekez kirina ku “ferman dawî û temam e”, ewî dîyar nekirîye ku bacên nû wê li ser kîjan welatan derbaz bibin.

Berdevka qesira Sipî  Kêrolayn Lîvîtê roja duşemê gotîye ku kiryarên leşkerî li dijî Îranê, tevî êrîşên asmanî, “vebijarkek dimîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button