H’emû nûçeSereke

Dezgeha Xêrxwazîyê ya Barzanî li Efrînê alîkarîya zêdetirî 8 hezar kesan kirîye

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihandîye ku tîmên wan alîkarîya wan kesan dikin ku ji Helebê koçberî Efrînê bûne û di 3 rojên borî de xwarin û pêdivîyên din li wan belav kirine.

Endamê desteya birêvebir ya Dezgeha Xêrxwazîyê ya Barzanî Rewac Hacî li ser mijarê ji Rûdawê re axivîye.

Rewac Hacî gotîye:”Me di 3 rojên borî de 7 hezar û 4 xwarinên germ pêşkêşî koçberan kirine”.

Betanî, doşek û cil û berg hatine belavkirin

Li gorî Dezgeha Xêrxwazîyê ya Barzanî, wana  3 rojên borî de 436 pêdivîyên din yên wekî betanî û doşekan belav kirine û ji bo 142 kesan cil û berg dabîn kirine.

Rewac Hacî her wiha gotîye:”3 rojên borî de xizmetgûzarî gihiştîye 273 kurdên koçberbûyî yên Helebê yên li sînorê Efrînê û derdora wê.

Bi giştî ji 8 189 kesan re xizmetgûzarî hatîye raberkirin”.

“150 hezar koçber gihiştine Efrînê”

Li gorî amarên dezgehê, ji ber şerê 5 rojan yê Helebê nêzîkî 150 hezar koçber gihiştine Efrînê û der-dora wê.

Artêşa Sûryayê 6 ê vê mehê êrîşî du taxên kurdan yên Helebê kiribû û berê sibeha 10 ê mehê agirbest hatibû ragîhandin û hêzên kurd vekişîyabûn herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button