H’emû nûçeSereke
Di herikîna mirovên ji Îranê tên li xala kontrolê ya Ermenîstan-Îranê de zêdebûneke berbiçev tune ye:şaredarê civaka Mêxiriîyê

Şaredarê civaka Mêxirîyê Xaçîk Andrêasyan ji “Radiolur” ê re gotîye, li hember bûyerên dawî yên li Îranê, li xala kontrolê ya Ermenîstan-Îranê rewşeke awarte tune ye, aram e.
Ew rejîmêke xebatê ya normal e, zêdebûn yan kombûna mirovên ji Îranê nayê dîtin. “Navenda kontrolê ya sînor, xizmeta gumrikê û avahîyên civakî di rêjîma xwe ya normal de xebata xwe didomînin”.
Ji bo ji nû ve organîzasîyakirina kar di rewşên awarte yên muhtemel de tu gavên taybetî nehatine avîtin: şaredar gotîye ku ne ji rêveberîya herêmî û ne jî ji avahîyên din talîmateke wisa nehatîye dayîn.
Di heman demê de, Xaçîk Andrêasyan tekez kirîye ku heger pêwîst be, otêlên Mêxrîyê dikarin yên ji Îranê bên qebûl bikin.







