Li Sûryayê wê yekbûn çêbibe, lê di encama pêvajoyeke pir dirêj û hinekî bi fikar de:Armên Pêtrosyan

Erebzan Armên Pêtrosyan bawer dike ku pirsgirêka kurd di dilê pêşketinên li Sûryayê de ye, ku ev yek bi giranî ji ber çareserkirina pirsgirêkeke girîng ya stratêjîk ji alîyê hêzên hukumeta Sûryayê ye.
Hevpeyvîna bi “Armenpress” ê re, erebzan û pisporê kar û barên navneteweyî Armên Pêtrosyan li ser bûyerên ku di rojên dawî de li Sûryayê qewimîne û pêrspêktîvên çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Sûryayê rawestîyaye.
Pêtrosyan gotîye:”Di encama alozbûna rewşê û opêrasîyonên leşkerî yên dawî de, lihevkirinek hatîye kirin, ku li gorî wê “Hêzên Dêmokratîk yên Sûryayê”, ku ne tenê ji kurdan, lê di heman demê de ji hejmareke hêmanên din yên Sûryayê jî pêk tên, divê ji sê navçeyên sereke yên Helebê vekişin û bi vî awayî kontrola wan bidin hêzên hukumeta Sûryayê.Li gorî lihevkirinê, divê ew ber bi rojhilatê çemê Firatê vekişin, ku hêzên jorîn jî kontrolên sereke yên herêman in”.
Ewî zêde kirîye ku hêzên hukumeta Sûryayê opêrasîyonên xwe yên leşkerî bi hevkaryeke nêzîk bi Tirkyayê re pêk anîne, her çend aktorên sereke yên beşdar hêzên hukumetê bi xwe bûne.
Hevpeyvînerê me destnîşan kirîye ku “Bi gelemperî, yekîneyên parastina xwe yên kurd, ku bingeha leşkerî ya “Hêzên Dêmokratîk yên Sûryayê” pêk tînin, li ser beşên bakûr û bakûr-rojhilatê Sûryayê kontrol dikirin.Yek li parêzgeha Helebê ye, ya din jî li herêma li qeraxa rojhilatê çemê Firatê ye. Artêşa Sûryayê bi esasî pirsgirêka hebûna xwe li parêzgeha Helebê û kontrola xwe li ser hejmareke herêman çareser kirîye”.
Li gorî Pêtrosyan, hukumeta berê ya Sûryayê serî li çalakîyên leşkerî yên çalak neda û çareseryeke danûstandinî ji bo pirsgirêkê hilbijart. Ev ji ber sedemeke hêsan hatîye kirin ku potênsîyal û çavkanîyên guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî leşkerî tunebûn, lê hukumeta niha, nemaze bi piştgirîya Tirkyayê, serî li gavên radîkal dide û bi rastî jî dikare serkeftinê bi dest bixe, nemaze ji ber ku rewşa jêopolîtîk ya herêmê guherîye.
Pisporê ereb behsa serdana seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê bo Sûryayê di çarçoveya giştî ya bûyeran de kirîye û tekez kirîye ku divê ev yek jî di mentîqa giştî ya pêşketinan de bê nirxandin.
Pisporê ereb bersiva pirsa gelo serokê niha yê Sûryayê wê di pêkanîna yekbûna navxweyî de biserkeve yan wê di vê hewildanê de têk biçe, destnîşan kirîye ku ev yek wê bi gelek faktoran ve girêdayî be.
Pêtrosyan di dawîyê de gotîye: “Berî her tiştî, ew bi rewşa cîhanê û Sûryayê ve girêdayî ye. Niha, bersiva vê pirsê pêşbînîya pêşketinên erênîtir dike. Ango, serokkomarê niha wê zûtir bi ser bikeve. Yekbûn wê çêbibe, lê di encama pêvajoyeke pir dirêj, dirêjkirî û hinekî bi fikar de. Lê belê, ew pêvajo wê çêbibe. Mijara ji nû ve avakirina serwêrîyê li ser tevahîya axa Sûryayê li ser maseyê ye”.
Bersivê de ji bo binpêkirina agirbestê, artêşa Sûryayê dêpoyeke cebilxaneyê ya ku ji alîyê kurdan ve dihat bikaranîn li taxa Şêx Meqsûd wêran kirîye, piştî vê yekê li gelek taxên Helebê şerên dijwar dest pê kirine.
Paşê, artêşa Sûrya rawestandina hemû opêrasyonên leşkerî li taxên Benî Zeydê, Eşrefîyê û Şêx Meqsûdê yên Helebê û vegera ewle ya niştecîhan ragîhandîye.







