
Li gorî amarên dawî yên ku gihîştine ber destê Kurdistan 24 ê, di encama êrîş û şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê de, heta niha 216 kesan canê xwe ji dest dane û çarenivîsa 260 sîvîlan jî ne dîyar e.
Jêderekî ji hîva Sor ya kurd li Helebê 13 ê çileyê ji Kurdistan 24 ê re ragîhandîye, heta niha kuştina 216 kesan hatîye piştrastkirin. Hatîye diyarkirin ku beşek ji wan qurbanîyan sîvîl in.
Amaje bi wê jî kirîye, ji ber berdewamîya xebatên lêgerînê, guman tê kirin ku hejmara kuştîyan hîn zêdetir bibe.
Heman jêderî dîyar kirîye jî, tîmên wan xebatên lêgerîna cenazeyan li taxa Eşrefîyê bidawî kirine, lê li taxa Şêx Meqsûdê heta niha tenê 60 selefê taxê hatîye kontrolkirin û xebat hîn jî berdewam dibin.
Ji alîyê din ve, hatîye ragihand ku piştî nîvro, artêşa Sûryayê rê daye ku karwanê yekem yê koçberên Helebê yên ku çûbûn Efrînê, da ku vegerin taxa Eşrefîyê.
260 sîvîl winda ne
Endamê rêxistina sûrîyên ji bo rastî û dadperwerîyê Mistefa Şêxo, derbarê sîvîlên windabûyî de ji Kurdistan 24 ê re dîyar kirîye, li her du taxên kurdî yên Helebê, çarenivîsa 260 sîvîlan ne dîyar e.
Mistefa Şêxo daye zanîn jî, di nav windayan de 12 jin û 7 zarok jî hene û ew ji bo dîtina van kesan û eşkerekirina çarenivîsa wan, xebatên xwe didomînin.
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê piştî alozîyên 8 ê mehê, rastî êrîşeke berfireh hatine. 10 ê mehê de artêşa Sûryayê bi piştgirîya komên çekdar yên wek “Siltan Silêman Şah” (Ebû Hemşe) û “Hemzatê”, bi nêzîkî 40 hezar çekdar û çekên giran êrîş birine ser taxan.







