Adirbêcanê 4 girtiyên di girtîgehê de radestî Ermenistanê kirine

Adirbêcanê 4 girtiyên di girtîgehê de radestî Ermenistanê kirine.
Bi ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê ragîhandîye.
Serokwezîr nivîsîye:”Gêvorg Sujyan, Davît Davtyan, Vîgên Eulcêkcyan û Vagîf Xaçatryan hinekî pêşda ji alîyê nûnerên sazîyên peywendîdar yên Komara Adirbêcanê ve bi rêya pira Hekarîyê radestî nûnerên sazîyên peywendîdar yên Komara Ermenîstanê hatine kirin û niha li axa Komara Ermenîstanê da nin. Ez ê paşê agahdarîyên zêdetir bidim”.
Her wiha wezîreta ewlekarîya Ermenîstanê jî derbarê mijarê de daxuyanî daye.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “14 ê çileya sala 2026 a, Komara Adirbêcanê Gêvorg Sujyan, Davît Davtyan, Vîgên Eulcêkcyan û Vagîf Xaçatryan radestî Komara Ermenistanê kirine. Ev pêvajo wek encameke pratîkî ya aşîtîya di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de pêk hatîye”.
Gêvorg Sujyan, Davit Davtyan, Vagîf Xaçatryan li Adirbêcanê bi tohmetên derewîn 15 sal cezayê girtîgehê wergirtibûn.Vîgên Eulcekcyan ji alîyê dadgeha Adirbêcanê de bi tohmetên derewîn 20 sal cezayê girtîgehê wergirtibû. Berî vê yekê, Adirbêcanê heyîna nêzîkî 23 dîlên şer yên ermenî piştrast kiribû.







