Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide girêdana êlêktrîkê ya Ermenîstan-Gurcistanê û bernameyên ênêrjî û civakî yên Syûnîkê

Bernameyên Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê her wiha destpêşxerîyên sereke di sêktora ênêrjîyê de jî dihewîne ku armanc dikin girêdana herêmî û derfetên hinardekirinê berfireh bikin.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos dema nîqaşa “Ermenîstan û aşîtî li xaçerêya rîsk û derfetan” de gotîye.
Li gorî balyoz, çalakîyên Yekîtîya Avropayê di çarçoveya bernameya girêdana êlêktrîkê ya Ermenîstan-Gurcistanê de di rê de ne, ku behsa piştgirîya di sêktora ênêrjîyê de li Ermenîstanê dike.
“Wek beşek ji destpêşxerîyên ku li Syûnîkê hatine bicîhanîn, me piştgirî da avakirina hejmareke binesazîyên stansîya ênêrjîya rojê û her weha piştgirî da veberhênanên sêktora taybet li civaka Masrîkê ya Sêvanê”,-ewî gotîye.
Li gorî Maragos, di encama van projeyan de, Ermenîstan wê bi welatên cînar re bibe xwedî girêdana tevahî ya tora veguhestina êlêktrîkê, ku ev yek wê potênsîyala hinardekirina êlêktrîkê bi girîngî zêde bike.
Sefîr destnîşan kirîye ku herêma Syûnîkê yek ji cîhên sereke yên Yekîtîya Avropayê ye.
“Yekîtîya Avrpayê di çarçoveya pêkanîna bernameyên cûre-cûre de ji 200 mîlyon yûroyî zêdetir pere ji Syûnîkê re veqetandîye,-ewî tekez kirîye.
Vê çarçoveyê de, Maragos behsa navenda “Tûmo” ya li Kapanê hatîye vekirin, peymanên îmzekirî yên li ser vekirina du navendên COAF û her weha xizmeta taksîya civakî ya li Gorîsê dixebite ku ji bo kesên astengdar veguhastinê peyda dike, kirîye.
Ewî tekez kirîye ku parastina mafên mirovan di dema pêkanîna bernameyan de girîng e, li ser bingeha prînsîpa “divê kes li paş nemîne”.
Li gorî balyozê Yekîtîya Avropayê, Yekîtîya Avropayê wê hevkarîya xwe bi rayedarên herêmî re ji bo pêkanîna bi bandor ya bernameyan di her du sêktorên ênêrjî û civakî de bidomîne.







