H’emû nûçeSereke

Ermenîstan di lîsteya 52 cîhên ku  sala 2026 a de bên zîyaretkirin de ye: The New York Times

Rojnameya The New York Times ê lîsteya ji 52 cîhên ku sala 2026 a de bê zîyaretkirin weşandîye û Ermenîstan jî di nav lîsteya rêzkirinê de cîh girtîye.

Komar di navnîşê de di rêza 20 emîn de bûye, li pêşîya hejmareke welatan, bi taybetî Îspanya, Anglîya û girava Sêyşêlîyê.

Gotarê de  hatîye gotin: “Ermenîstan, ku li Kafkasîyayê asê ye, bi dehan salan bala geştyar û hizkirîyên xwezayê kişandîye. Lê belê, di demên dawî de hejmara geşîtyaran bi awayeke berbiçev zêde bûye di heyşt mehên pêşin yên sala 2025 a de hejmareke rêkordî û di meha tebaxê de jî rêkordeke nû ya serdanên mehane hatîye tomarkirin”.

Wek ku rojname destnîşan dike, li himber vê paşxaneyê, yek ji mezintirîn pêşbirkên şerabê yên cîhanê, Concours Mondial de Bruxelles meha gulanê de li paytexta Ermenîstanê, Yêrêvanê, pêk tê.

Gotarê de tê gotin: “Ermenîstan, ku kevneşopîyên şerabê yên wê ji 6 000 salî zêdetir vedigerin, ji bo hizkirîyên xwe gera çar herêmên sereke yên şerabê  raber dike”.

Bi taybetî, The New York Times pêşnîyar dike ku rêwî beşdarî pîrozbahîyên salvegera 250 a  ya Dewletên Yekbûyî, lîstika kûpaya Cîhanê û konsêra fîşekên hewayî ya ku ji bo 4 ê tîrmeha sala 2026 a li Waşîngtonê hatîye plankirin bibin.

Paytexta Polonyayê Varşava di rêza duyemîn de cîh girtîye, bi taybetî bi saya mûzêya hunerên modêrn û şanoya avangard TR Warszawa ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button