SerekeSîyasî

HSD: DAIŞ hewl dide êrişî girtîgehan bike

Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) ragîhandîye ku DAIŞ hewl dide sûdê ji êrîşên hêzên hukumeta demkî werbigire û êrîşî girtîgehan bike.

HSD ê derbarê metirsîyên dawî yên li ser girtîgehên ku çekdarên DAIŞ ê tê de girtî ne daxuyanîyek belav kir.

“DAIŞ li firsendê digere”

Di daxuyanîyê de hatîye dîyarkirin ku şaneyên DAIŞ ê  çavê xwe berdaye girtîgehan û wiha hatîye gotin:

“Çeteyên DAIŞ  ê hewl didin sûdê ji êrîşên komên Şamê û tevgerên wê yên leşkerî û gefên wê yên domdar yên li ser herêmên bakûr-rojhilatê Sûryayê wergirin û girtîgehên ku endamên wê lê hatine ragirtin, bikin armanc”.

“Hêz di amadebaşîyê de ne”

HSD ê daye zanîn ku hêzên wan di rewşeke amadebaşî û hişyarîyê de ne û hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Di daxuyanîyê de hatîye destnîşankirin ku niha rewş di bin kontrolê de ye û wiha hatîye gotin:

“Lê berdewamîya rageşîya leşkerî dibe ku bibe sedema bêîstiqrarîyeke giştî.

Di encamê de wê ev yek rîskeke rasteqîn li ser ewlehîya girtîgehên endamên DAIŞ ê tê de ne, çêke.

Her wiha wê piştî salan ji bedêlên ku li hemberî têrorê hatine dayîn herêmê vegerîne xala sifirê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button