SerekeSîyasî

Serokê Sûryayê ferman îmze kirîye ji bo parastina mafên kurdan û zimanê kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin

Serokê Sûryayê Ahmed al Şara şeva roja înîyê  ferman îmze kirîye ku armanca wê parastina mafên kurdên ku li Sûryayê dijîn, di nav de ji cudakarîya êtnîkî û ziman, di demekê de ku pevçûyînên nû di navbera hêzên kurd yên ku ji alîyê Amêrîkayê ve têne piştgirî kirin û Şamê de qewimîne,  rapora “Al Arabiya” ê ragîhandîye.

Vîdyoya ku li ser rûpela xwe ya medyaya civakî hatîye weşandin,aş-Şara raste-rast bang li gelê kurd kirîye û dîyar kirîye ku ev ferman, “ku divê di metina qanûnê de bê bicîhkirin,” mafên welatîyên wekhev ji wan re garantî dike.Ewî her wiha bang li kurdên Sûryayê yên koçber kirîye ku vegerin bajar û gundên xwe û destnîşan kirîye ku ji bo vê yekê tu şert û mercên pêşîn tune ne, ji bilî danîna çekan.

Wek ku dezgeha medyaya erebî destnîşan dike, nivîsa tevahî ya fermanê, ku paşê hatîye weşandin, destnîşan dike ku zimanê kurdî wê li Sûryayê wek “zimanê neteweyî” bê nas kirin û Newroz wê wek cejneke neteweyî bê ragîhandin.

Herwiha, ev ferman pêşbînî dike ku welatîbûna Sûryayê bidin kurdên ku di encama serjimêrîya nakokbar ya sala 1962 a de jê bêpar mane.

Her wiha sazîyên dewletê pabend dike ku dîyaloga neteweyî ya berfireh pêş bixin û piştgirîyê bidin mafên wekhev ji bo hemî civakan. Ev daxuyanî di demekê de tê ku li bakûrê Sûryayê alozîyên berdewam hene, ku tevî hewldanên navneteweyî yên berdewam ji bo aramkirina rewşa herêmê, di navbera hêzên kurd û leşkerên hukumetê de pevçûyîn derketine.

Fermandarîya navendî ya Amêrîkayê (CENTCOM) ragîhandîye ku di çarçoveya hewildanên Waşîngtonê yên ji bo aramkirina rewşê li herêmê, hêzên leşkerî yên amêrîkî û yên kurd li Dêr Hefterê ya Sûryayê bi hevtayên xwe yên kurd re civîyane.

Berdevkê fermandarîya Amêrîkayê kapîtan Tîm Hoûkîns, hevpeyvîna li gel  “Al Arabiya” ê gotîye: “Sûryake ku bi xwe re di aşîtîyêyê de be, ji bo parastina aşîtî û aramîya herêmê pir girîng e”.

Serokê Hêzên Sûrya Dêmokratîk, Mezlûm Ebdî, roja înîyê ragîhandîye ku tevger wê roja şemîyê seheta 7 a  bi dema herêmî hêzên xwe ji rojhilatê Helebê vekişîne û wan ji nû ve ber bi deverên rojhilatê Firatê ve bişîne, bi îşareta bangên welatên dost û navbeynkaran.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button