H’emû nûçeSereke

Li her dera helwesteke erênî li hember pêvajoyên dawî yên li dora Ermenîstanê heye:Alên Sîmonyan

Serokê palamêntê Alên Sîmonyan dema brifîngê li ser bertekên navneteweyî yên li himber pêvajoyên sîyasî yên ku salên dawî li dora Ermenistanê diqewimin rawestîyaye û tekez kirîye ku bi piranî helwestek erênî li hember wan heye.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, serokê parlamêntê gotîye ku hem li Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, hem jî li welatên cînar-Tirkîyayê,Gurcistanê, Îranê û Adirbêcanê – nêzîkatîyeke erênî tê dîtin.

Serokê Parlamêntê gotîye:”We dît ku van salên dawî de li Ermenîstanê li her dera helwesteke erênî li himber pêvajoyê heye: li Avropayê, li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, nav hemû cînarên me de: Tirkîyayê, Gurcistanê, Îranê, Adirbêcane ji bilî hin der-dorên muxalefeta me û hin propagandîstên rûs”.

Li gorî Alên Sîmonyan, heta hukumeta Rûsyayê jî tiştên erênî dibêje ji ber ku ew ji hêla sîyasî ve bêtir agahdar e û rewşê çêtir fem dike. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button