Vahagin Alêksanyan li ser derxistina rûsan ji sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê

Niha, di vî warî de tu agahîyên fermî tunene.Derheqa wê yekda, 19 ê çile endamê fraksîyona parlamêntê Vahagin Alêksanyan li civîna bi rojnamevanan re li parlamêntê, agahîyên li ser dûrxistina muhtemel ya pasvanên sînor yên rûsî li xala kontrolê ya sînor ya “Axûrîk” ê û radestkirina wan bo alîyê Ermenîstanê, gotîye.
“Heger pêwîst be, bê guman wê bibe, lê hûn jî zanin ku em hewl didin ku em kontrola xwe ya sînor li seranserê sînorê Komara Ermenîstanê pêk tînin û hêdî-hêdî ber bi pêkanîna hemû kontrola xwe ya sînor ve diçin, bê guman em spasdar in, di nav de ji bo xizmetên peywendîdar yên Rûsyayê yên ku ew xizmet pêk anîne. Her tişt bi kontrola sînor li balafirgeha «Zvartnos» ê dest pê kirîye”.
“Hûn zanin ku pêvajoyeke mezin li ser sînorê bi Îranê re pêk hatîye û niha kar bi xwezayî berdewam dibe û em hêdî- hêdî şîyanên xwe zêde dikin û pêş dixin”,-ewî destnîşan kirîye.
Derbarê îhtîmala vekişîna pasvanên sînor yên rûsî ji sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê, Vahagin Alêksanyan gotîye: “Ez nikarim bêjim ka pêvajoyek wisa li wê beşê heye yan na, lê bê guman wê daxuyanîyeke têkildar li ser vê yekê hebe”.







