SerekeSîyasî

HSD: kontrola zindana Şedadê ji destê me derket

Navenda ragîhandinê ya Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) bi fermî ragihandîye zindana Şedadê, ya ku bi hezaran girtiyên DAIŞ ê tê de ne, ji ber êrişên komên çekdar yên ser bi Şamê ve ji bin kontrola wan derketîye.

Ev geşedana metirsîdar piştî wê yekê hatîye ku  19 ê çileyêya sala 2026 a, zindana Şedadê rastî zincîreyek êrişên dijwar hev hatîye.

Di daxuyaniya HSD ê de hatîye diyarkirin, şervanan ji bo rêgirtina li karesateke mezin ya mirovî û ewlehiyê, berxwedaneke bêhempa nîşan dane. Hatîye eşkere kirin ku di encama van pevçûnên giran de, HSD ê bi dehan şehîd û birîndar dane. Lê belê, ji ber dijwariya êrişan û zextên berdewam, di dawiyê de kontrola vê girtîgeha stratêjîk ji destê hêzên wan derket.

HSD ê di daxuyanîya xwe de bal kişandîye ser helwesta hevpeymanîya navdewletî û rexneyên tund li wan girtine. HSD ê ragîhandîye, zindana Şedadê tenê du kîlometre ji bingeha hevpeymanîyê ya li herêmê dûr e, lê belê tevî hemû bangawazî û daxwazên wan yên ji bo destwerdanê, hêzên hevpeymanîyê tu bersiv nedane û neçûne hawara şervanan.

Zindana Şedadê wek yek ji navendên herî xeternak yên cîhanê tê hejmartin ku bi hezaran endamên herî radîkal yên rêxistina terorîst ya DAIŞ ê tê de girtî bûn.

Çavdêrên ewlehiyê hişyarî didin ku derketina vê zindanê ji bin kontrola HSD ê, ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûryayê, lê ji bo asayîşa hemû cîhanê gefeke mezin e. Nîgeranî hene ku ev geşedan bibe sedema dubare birêxistinkirina DAIŞ ê û pêleke nû ya terorê li herêmê bide destpêkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button