SerekeVîdêyo

Ez û Elîyêv vê rewayê parave dikin, eva destkeftina bi hevraye:Paşînyan /vîdyo/

Ji admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê elam kirine, wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr sêkrêtarê rewa dostanîyê “Zayêd” ê Mehmed Ebdilselam qebûl kirîye. Nava mêvanda bûne usa jî endamê komîsîya rewayê, serokê konsêya Avropayêye berê û serokwezîrê Bêlçîkayêyî berê Şarl Mîşêl, usa jî endamê komîsîya rewayê, serokê berê yê komîsîya Yekîtîya Afrîkayê û serokwezîrê Çadêyî berê Mûsa Feqî Mehmed.

Mehmed Ebdilselam bona qebûlkirina germ razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr sala 2026 a bûye xudanê rewa dostanîyê “Zayêd” ê. Ew bona îzbatbûna aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî bona hevkarîya li herêmê hatîye dayînê. Serokkomarê  Adirbêcanê jî layîqî wê rewayê bûye.

Mehmed Ebdilselam daye dîyarkirinê, wekî ew çi ku Paşînyanê serokwezîr bona mîyaserkirina wê qayîlnivîsarê dike, ew yek bona gelek dew û dozên li dinîyayê dibe mesele.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button