H’emû nûçeSereke

Sêrvîsa îstîxbarata der pêşbînî dike ku sala 2026 a de gefên hîbrîd li dijî Ermenîstanê zêde bibin

Sala 2025 a, Ermenîstan bi gelek awayên pêkhatina gefên hîbrîd re rû bi rû ma, ku ji ber hilbijartinên  sala 2026 a, bi îhtîmaleke mezin wê berfirehtir, tevlihevtir û berbelavtir bibin.

Derheqa wê yekêda  di rapora sêrvîsa îstîxbarata der ya Ermenîstanê de li ser xetereyên ewlehîya der ya Ermenîstanê, ku bi mafê taybetmendîyê ji “Armenpress” re hatîye  raber kirin, hatîye gotin.

Çalakîyên hîbrîd yên li dijî Ermenîstanê gelek armancan dişopînin, di nav wan de: bêqîmetkirin û bêqîmetkirina îhtîmala avakirina aşîtîyê, rastîya wê, destkeftîyên rêya aşîtîyê û atmosfêra erênî ya pê re têkildar, çandina ramanên komployî ku qaşo peymanên veşartî li dijî berjewendîyên Ermenîstanê hene, bikaranîna hesasîyetên hemwelatîyên me yên ji Qerabaxê hatine koçberkirin, raberkirina civaka me bi dilemayên jêopolîtîk yên derewîn û nerêalîst.Sala 2026 a, çalakîyên hîbrîd yên ku armanc dikin ku bi taybetî bandorê li projeya “Rêya TRIPP” bikin, bi îhtîmaleke mezin wê bi girîngî çalaktir bibin.Wekî din, di nîvê duyemîn yê sala 2025 a de, berê hatibû destnîşankirin ku aktorên herêmî û derveyî herêmê yên ku projeyê hedef digirin, bi îhtîmaleke mezin armancên cuda dişopînin, lê belê, çalakîyên hinekî hevûdu dişopînin.

Amûrên ku bi îhtîmaleke mezin ji hêla aktorên dewletî û nedewletî yên ku di opêrasîyonên hîbrîd yên li dijî Ermenîstanê de beşdar in bên bikar anîn ev in: opêrasîyonên sîber yên xerabkar armanca wan felckirina binesazîyên krîtîk yên Ermenîstanê, windakirina kontrola wan, astengkirina dabînkirina karûbarên girîng.Vî warî de, pir mimkûn e ku yên jêrîn bên hedefgirtin:

– rêxistinên darayî û bankayî-binesazîyên ragîhandin û têlêkomûnîkasîyonê,

– platformên dîjîtal yên hukumetê (di nav de komîsyona hilbijartinê ya navendî, komîsyonên hilbijartinê yên herêmî û navçeyan), di nav de binesazîya dîjîtal ji bo dabînkirina xizmetên giştî, binesazîya dîjîtal ji bo belavkirina êlêktrîkê”,- raporêda hatîye gotin.

Tê destnîşankirin ku di dema berîya hilbijartinê de, çalakîyên agahîyên zirardar (agahîyên derewîn, tahrîfkirî, ji çarçovê der, opêrasîyonên agahîyên zirardar) ji alîyê aktorên der ve bi awayê hedefgirtina civaka me bi agahîyên derewîn û tahrîfkirî, anîna gotarên ku li dijî berjewendîyên Ermenîstanê ne, di qada agahîyên me de, bi armanca rêvebirina îradeya hilbijêran di hilbijartinên pêş de, têne nîşandan. Têkêlîyek ji hem propagandaya xuya û hem jî çalakîyên agahîyên veşartî tê sepandin.

“Propagandaya xuya li dijî Ermenîstanê bi piranî ji hêla dezgehên dewlet-hukumeta bîyanî ve tê kirin, di nav de xizmetên taybet, yan çavkanîyên bi wan ve girêdayî. Opêrasîyonên veşartî, ku pir caran propagandaya xuya qewîn dikin û zêde dikin, malper û hesabên bikarhêneran bikar tînin ku şopên eşkere yên tu aktorek dewleta bîyanî tê de nînin, da ku têzên ku bandoreke şoktir ya tundtir diefirînin belav bikin”.

Li gorî nirxandina me, meyla belavkirina agahîyên derew li ser platformên agahdarîyê yên biyanî, dû re “meşrûkirin” û belavkirina wan bi rêya çavkanîyên fermî û nefermî yên aktorên herêmî, ku me  sala 2025 a de tomar kirîye, wê sala 2026 a de jî berdewam bike.

Tê destnîşankirin ku di sala 2025 a de zêdebûnek di destwerdana bîyanî di pêvajoyên sîyasî yên navxweyî yên Ermenîstanê de hatîye tomar kirin.Amûrên ku behsa wan hatîye kirin hem aktîvkirina tora ajan û hêzên piştgirîkirî yên li Ermenîstanê dixebitin, hem jî çalakîyên ji bo çandina hêzên sîyasî yên nû di jîyana sîyasî ya navxweyî ya Ermenîstanê de yên bi hêzên bîyanî ve girêdayî vedihewîne.

Wek xuyangeke din ya çalakîyên bandorê, dibe ku sala 2026 a de jî hedefgirtina berpirsên payebilind yên hukumet û dezgehên yasadanînê yên Komara Ermenîstanê û endamên malbatên wan û destpêkirina kampanyayên nû yên heqaretê li dijî wan berdewam bike.Di heman demê de, dibe ku wêneya kesayetên sîyasî û yên din yên ku ji alîyê hedefgirtî re xweş in, bên pêşve xistin.

Rastîya ku Ermenistan dê di sala 2026 a de mazûvaniya hejmareke çalakiyên bi prestîj û mezin bike, îhtîmalek mezin dide xuyakirin ku aktorên ku amûrên hîbrîd bikar tînin wê hewl bidin ku van çalakiyan bikar bînin da ku cûre-cûre kiryarên xerab pêk bînin da ku zirarê bidin navûdengê navneteweyî yê Ermenistanê wek organîzatoreke bûyerên mezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button