SerekeSîyasî

Putîn ji min re gotîye ez bawer nakim ku te şer çareser kirîye: Tramp derheqа Ermenîstanê û Adirbêcanêda

Serokê Amerîkayê Tramp elam kirîye ku diviyabû ew jî ji bo çareserkirina şerê Ermenîstanê-Adirbêcanê, li gel yên din, xelata aşîtîyê ya Nobêlê werbigirta.Ewî dîsa li ser berteka serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya li himber çareserîya Ermenîstan-Adirbêcanê axivîye.

Tramp li civîna  çapemenîyê ya li qesira Sipî de gotîye: “Serok Putîn ji min re gotîye: «Min bawer nedikir ku we ew şer çareser kirîye. Min hewil dida ku ku wî şerî 10 sala çareser bikim. Ermenîstan û Adirbêcan.Wana bi sala şer kirine”.

Serokê Amerîkayê her wiha behsa civîna Waşîngtonê kirîye.

Min her du welat vexwendin ofîsa xwe. Ofîsa Oval ya xweşik. Û yek ji wana got:«Ez 22 sal in rêberê Adirbêcanê me. 22 sal in min gelê wan kuştiye.Du zilamê din, her du jî mirovên pir baş bûn, gotin, ez heft sal in li vir im, û heft sal in min gelê wan kuştiye. Û wana dîsa dest pê kir, û dû re ew li kêleka hev bûn. Dema ku me qedand,wana hevdu hembêz dikirin.Ma ne divê ez xelata aşîtîyê ya Nobêlê bistînim?”,- Tramp gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button