TRIPP wê jêopolîtîka Başûrê Kafkasîyayê ji nû ve şekil bide: gotara Konsêya Atlantîk ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî feydayên projeyê ronî dike

Gotarek ji hêla Êndryû D’Anîêr, rêveberê navenda Avrasyayê ya Konsêyê û Jozêf Êpstayn, rêveberê navenda lêkolînên “Tûran” ê ve li ser malpera Konsêya Atlantîkê hatîye weşandin, ku tê de bi hûrgilî projeya “Rêya Tramp bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî, bandora wê li ser herêmê, feydeyên aborî û jêopolîtîk û xetereyên potênsîyal yên pêkanînê hatîye weşandin.
Li gorî “Armenpress” ê, nivîskar di gotara xwe ya bi sernavê “Serkeftina Tramp çawa dikare beşdarî pêşveçûna berjewendîyên Amêrîkayê li Başûrê Kafkasîyayê bibe?” destnîşan dikin ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê, bi îmzekirina peymana TRIPP ê, beşa wê ya herî hesas parastine û Amêrîkayê kirine faktoreke astengkir.
“Perçeyek erdê ya 27 mîlî ku di nav başûrê Ermenîstanê re derbaz dibe, amade ye ku jêopolîtîka Başûrê Kafkasîyayê ji nû ve şekil bide.13 ê çile de, wezîrê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye karên der Marko Rûbîo û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hûrgulîyên projeya înîsîyatîva Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî ragîhandine.Nivîskarên gotarê destnîşan kirine ku korîdora bi navbeynkariya Amêrîkayê, ku soz dide ku bibe girêdaneke girîng di navbera Avropayê û Asyayê de, dikare wek yek ji destkeftîyên sîyaseta der yên herî balkêş yên serdema duyemîn ya serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp di dîrokê de bê tomar kirin”.
Nivîskaran di gotara xwe de ew nêrîn anîne ziman ku serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan pêşeroja xwe ya sîyasî bi peymana TRIPP ve girêdaye, ku ev yek dikare rê bide Ermenîstanê ku serxwebûna rastîn bi dest bixe.
Gotar dibêje:”Serokwezîrê Ermenîstanê, ji ber ku fêm kir ku peymaneke aşîtîyê bi Adirbêcanê re tenê rêya ji holêrakirina bandora Rûsyayê ye û bi vî awayî, bidestxistina serxwebûna rastîn e, pêşeroja xwe ya sîyasî bi peymaneke wisa ve girêdaye. Dewletên Yekbûyî tenê hêz e ku dikare rizgarîya rastîn ji serdestîya Rûsyayê raberî Ermenîstanê bike. Bi meşandina danûstandinên aşîtîyê di bin çavdêrîya Dewletên Yekbûyî de û tekez kirina berjewendîyên Dewletên Yekbûyî TRIPP ê de, Paşînyan û Alîyêv beşa herî hesas ya peymanê parastine û Dewletên Yekbûyî kirine astengkir”.
Nivîskarên gotarê destnîşan kirine ku ev gav di demek girîng de ji bo Ermenîstanê diqewimin, dema ku hilbijartinên parlamêntîyê yên ku li komarê hezîrana sala 2026 a têne hêvîkirin têne hesibandin.
Nivîskaran nivîsîne: “Di gel hilbijartinên parlamêntîyê yên ku ji bo sala 2026 a hatine plankirin, divê Paşînyan nîşan bide ku hewildanên wî yên ji bo avakirina aşîtî û têkilîyên bi Rojavayê re serkeftî bûne”.
Gotarê de her wiha hatîye ragîhandin ku Rûsyayê berîya van hilbijartinan bi rêya medyaya agahdarîyê û nûçeyên sexte dest bi avîtina gavan li dijî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan kirîye û pêşbînî kirîye ku Moskva wê van hewildanan berîya hilbijartinan berfirehtir bike.
“Divê ev peyman ji bo her du alîyan sûdmend be. Qesira Sipî dikare Amêrîkiyan piştrast bike ku ew ji tevlêbûna dîplomatîk ya amêrîkî li Başûrê Kafkasyayê sûdên aborî werdigirin û ji bo hevaltîyên amêrîkî derfetên nû vedikin. Di heman demê de, Paşînyan dikare peymanê wek rêyek ji bo kişandina veberhênana Rojavayî ya bi kalîte di binesazîyê de raber bike, ku wî bi rêya înîsîyatîva xwe ya “Xaçerêya aşîtîyê” xwestîye, ku dikare alîkarîya Ermenîstanê bike ku xwe wek navendeke veguhastinê ya herêmî bi cîh bike dema ku kontrola xwe li ser axa Ermenîstanê diparêze”,-nivîskarên gotarê bi hûrgilî gotine.
Gotar her wiha destnîşan dike ku projeya TRIPP dikare ne tenê ji bo Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî, lê di heman demê de ji bo tevahîya herêma Kaspîyê jî bi awayekî neraste-rast sûdmend be: “Hukumeta Dewletên Yekbûyî bi awayekî taybet piştgirîyê dide Korîdora Navîn, rêyeke bazirganî ya pirmodal ku Asyaya Navîn bi Tirkîyayê û Avropayê re bi rêya behra Kaspîyê û navendên binesazîyê yên li Adirbêcan û Gurcistanê ve girêdide. Waşîngton û hevkarên wê yên avropî korîdora navîn wek rêyek ji bo derbazkirina Rûsyayê di bazirganîya bejahî ya bi Asyayê re dibînin, di nav de îxracata potênsîyal ya mînêralên krîtîk û elementên erdê yên kêm ji Asyaya Navîn. Welatên Kafkasîya Başûr û Asyaya Navîn bi rêya întêgrasîyoneke çêtir bi bazarên cîhanî re li serfirazîyê digerin. TRIPP rêyeke din di nav Kafkasîyayê re peyda dike, kapasîteya pergalên veguhastinê zêde dike ji ber ku Adirbêcan û Qazaxistan dixebitin ku kapasîteya benderan berfireh bikin da ku daxwaza bazirganîyê bicîh bînin. “Cîhbicîhkirina serketî ya projeya TRIPP wê lêçûn û leza dabînkirina kelûpel û madeyên xav yên krîtîk ji Asyaya Navîn ber bi Avropayê û wêdetir bileztir bike”.
Nivîskarên gotarê tekez kirine ku di rewşa pêkanîna vê peyman û projeyê de, him Ermenîstan û him jî Adirbêcan dikarin azadîya çalakîyê bi dest bixin da ku serwêrîya xwe bikar bînin û polîtîkayên ku di berjewendîya gelên her du welatan de ne bicîh bînin.







