
Li gorî rapora The Insider ê, dadgeheke Myûnxênê parlamêntvanê berê yê Yekîtîya Dêmokratên xiristîyan Aksêl Fîşêr bi tohmeta bertîlê salek û du meh cezayê girtîgehê lê birîye.
Li gorî Deutsche Welle ê, dadgehê her wiha du salan ji bo sîyasetmedar qedexe kirîye ku peywirên giştî bigire û ferman daye ku 12 000 yûro bide rêxistineke ku piştgirîyê dide qurbanîyên sûcê. Dadgehê îzbat kirîye ku Fîşêr ji rayedarên Adirbêcanê bertîl wergirtîye da ku di meclîsa parlamêntar ya Konsêya Avropayê de daxuyanîyên erênî li ser welêt bide.
Sîyasetmedarê alman ji sala 2010 a heta sala 2018 a endamê Wekîlê Avroparlamêntê bûye. Di vê demê de, ewî bi deh hezaran yûro ji Adirbêcanê wergirtîye. Fîşêr tohmetan red kirîye û wekî “bê bingeh” bi nav kirîye.
Tîrmeha sala borî de, dadgehê di doza bertîlê ya Adirbêcanê de biryareke din daye. Êdûard Lîntnêr, endamê berê yê Bûndêstagê ji yekîtîya civakî ya xiristîyan, bi 9 meh cezayê girtîgehê yê taloqkirî û 10 000 yûro cezayê pereyan hatîye cezakirin.
Li gorî îdîanameyê, rayedarên Adirbêcanê bi salan e bi rêya bertîlê, di nav de bi alîkarîya Lîntnêr jî, bandorê li biryarên Wekîlên Avroparlamêntê dikin.







