Sereke

Balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên  Amêrîkayêye Yekbûyî rastî serokatîya Dêra Îsa Mesîh ya Pîroz hatîye

Balyozê Komara Ermenîstanêyî li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Narêk Mkrçyan rasî serokê serokatîya yekem ya dêra Îsa Mesîh ya Pîroz Dalîn Oûksî, şêwirmendê yekem Hênrî Ayrîng û şêwirmendê duyem Tod  Krîstofêrson hatîye.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda ji  baylozxaneya Ermenîstanêye li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ragîhandine.

Balyoz bal kişandîye ser xebata mirovî ya demdirêj ya dêrê li Ermenîstanê, ku ji erdheja Spîtakê dest pê kirîye û ji bo piştgirîya berdewam spasîya xwe anîye ziman.

Balyoz her wiha beşdarbûna rêberên dêrê di çalakîya Noêlê de ku  9 ê çile li dêra Waşîngtonê hatîye lidarxistin, pêşwazî kirîye û destnîşan kirîye ku mîna hejmareke rêxistinên din yên olî, dêr li Ermenîstanê bi azadî dixebite, ji ber ku azadîya olî yek ji pêkhateyên herî girîng yên dêmokrasîyêye li Ermenîstanê.

Civînê de, girîngîya azadîyên olî, dîyaloga di navbera olan de û hevkarîya li ser bingeha nirxên hevpar hatîye tekez kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button