Di çarçoveya TRIPP ê de, wê li Ermenîstanê bi sed mîlyon dolarî veberhênan bên kirin: Paşînyan bersiva Koçaryan daye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan bersiv daye daxuyanîya serokkomarê Ermenistanêyî duemîn Robêrt Koçaryan ku gotîye Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî di projeya TRIPP ê de tu berjewendîyeke aborî tune.
Serokê Ermenîstanêyî duemîn 29 ê çile li civîna çapemenîyê de dîyar kirîye ku berjewendîya Amêrîkayê di TRIPP ê de ne aborî ye, lê ji bo avakirina kontrolê li ser Îranê ye. Robêrt Koçaryan her wiha destnîşan kirîye ku axaftina li ser veberhênanên bi sedan mîlyon yan mîlyard dolarî di TRIPP ê de ne rast e. Li gorî nirxandina wî, ev bername dikare bi 80 mîlyon dolarî bê bicîhanîn, ku hukumeta Ermenîstanê dikare bi fonên xwe bicîh bîne.
Di brîfîngekê de piştî civîna hukumetê 29 ê çile, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan tekez kirîye ku TRIPP, berî her tiştî, projeyeke veberhênan û aborî ye.Paşînyan gotîye:”Ev proje wê bi mîlyonan, bi sed mîlyonan veberhênanan li Ermenîstanê bihewîne. TRIPP bernameyeke veberhênanê ya mezin e, ku bê guman wê garantîyên ewlehîyê yên mezin bi xwe re bîne”.
Serokwezîrê Ermenîstanê behsa îdîayên serokê Ermenîstanêyî duemîn yên li ser nebûna berjewendîyeke aborî ya Amêrîkayê di TRIPP ê de kirîye û gotîye: “Hûn dizanin, dewleteke wek Amêrîkayê, ku bi tevahî li ser mentîqa aborî hatîye avakirin, çawa dikare berjewendîyeke aborî nebe? Ma hûn sîyaseta ku serok Tramp dişopîne naşopînin? Hemû biryarên wî xwedî mafdariyeke aborî ne, ji ber ku pêşkeftina aborî, refah û bê guman ewlehîya pêwîst ya Dewletên Yekbûyî ji bo vê yekê ji bo serok Tramp, wek ji bo serokên hemû welatan, bi kêmanî ji bo kesên ku bi berjewendîyên welatê xwe ve têne rêve kirin, ji bo wan pêşîniyek e”.







