H’emû nûçeSereke

Her kes baş zane kî li dijî Ermenîstanê şerekî hîbrîd dimeşîne, tiştên ku ne hewce ne ku bên gotin hene: Sîsak Gabrîêlyan

Ez nafikirim ku welatekî wek Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî veberhênanên mezin bike heger li cîhekî berjewendîyên aborî tunebin. Derheqa wê endamê fraksîya Ermenîstanêye “Peymana sîvîl” Sîsak Gabrîêlyan hevpeyvîna bi rojnamevanan re li  parlamêntê gotîye û balkişandina ser daxuyanîya serokkomarê duyemîn Robêrt Koçaryan yê ku elam kiribû:”Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li Başûrê Kafkasîyayê tu berjewendîyên aborî nînin, lê belê berjewendîyên sîyasî hene, ji ber ku rêya Trîp li dijî Îranê ye”.

“Çima divê berjewendîyên sîyasî yên Amêrîkayê nebin? Xetereya ji bo Ermenîstanê çi ye ku bo nimûne, welatê herî bihêz yê cîhanê di hevkarîya bi Ermenîstanê re xwedî berjewendîyên aborî û sîyasî ye?”.

Dema ku Komara Ermenîstanê di dema hukumeta me de, heta bi hukumetên berê yên Amêrîkayê re jî, belgeyeke hevkarîya stratêjîk bi Dewletên Yekbûyî re îmze kirine, rêveberiya niha ne tenê ew berdewam kir, lê di heman demê de pir leztir kir û ew peyman tê vê wateyê ku ne tenê Amerîkayê, lê Ermenîstan jî dixwaze ku ew bi gelek welatên cuda yên cîhanê re xwedî berjewendîyên sîyasî, aborî û yên din be, ji ber vê yekê pirsgirêk çi ye?

“Li wir, ez difikirim ku armanca yekane ya birêz Koçaryan û nûnerên din yên Rûsyayê yên wekîl ew e ku nîşan bidin ku Komara Ermenîstanê divê vegere rabirdûyê û tenê ji hevalbendên me sûd werbigire, yên ku 25 sal in li ser kaxezê hevalbend in, lê me dît ku çawa bo nimûne, ew li ser têlêfonên xwe fîlmek temaşe dikirin yan cixare dikişandin dema ku bi deh hezaran hemwelatîyên me di bin teqîna bombeyan de ji malên xwe derdikevin”,- ewî gotîye.

Dema ku ji Sîsak Gabrîêlyan hatîye pirsîn gelo ew natirse ku Robêrt Koçaryan wê bikaribe di hilbijartinên pêş de bi ser bikeve, ewî wiha bersiv daye: “Tirs tê çi wateyê? Ev hilbijartinên sîyasî ne. Em neçûn dûêlê da ku ez bitirsim ku dibe ku ez jîyana xwe winda bikim. Ez difikirim ku ew ê ne tenê dilê xwe, lê di heman demê de dilê hemî muxalefetên din jî biêşîne û bila ew muxalefetên din bifikirin”.

Di civîna çapemenîyê de tenê du tişt hebûn ku ewî gotîye, bi ya min, yek ew bûye ku Ermenîstan tenê divê bi Rûsyayê re be, û ya duyemîn, bi ya min, ne ji bo hilbijêrên wî yan jî ji bo me, lê ji bo qada muxalefetê bûye, ku hûn bi bêdengî li kursîyên xwe rûnin, ez ê serokê muxalefetê bim”.

Ji bo pirsa ku gelo tam kî şerê hîbrîd li dijî Ermenîstanê dimeşîne, ku nûnerên hukumetê qala wê dikin, parlamêntvanê “Peymana svîl” wiha bersiv daye: “Ji min re xuya dike ku gelê ermenî bersiva van pirsan pir baş dizane, tişt hene ku divê neyên gotin. Mixabin, carina hûn, tevî me, yan jî gelek hevmelatîyên me, bêyî ku bizanin dikevin wê xefikê. Mînak, yek ji şerên hîbrîd ew e ku nûçeyek bi îşaretkirina çavkanîyeke nedîyar tê weşandin û rojekê şûnda derdikeve holê ku ew çavkanî ji cîhekî din tê fînansekirin û weşanên wê tu têkilîya wan bi rastiyê re tune. Dema ku ev tê belavkirin, dezgeha medyayê bi awayekî neraste-rast dibe beşek ji wî şerê hîbrîd yan êrîşên hîbrîd”.

Şerê hîbrîd ne ew e ku bi kalaşnîkovan hevdu bikujin, şerê hîbrîd di heman demê de dêzînformasîyonê ye. Sêrvîsa me ya îstîxbaratê ya der di rapora xwe de pir zelal rave dike ka şerê hîbrîd çi ye. Hevkarên me yên Yekîtîya Avropayê jî di warê şerê dijî wê de xwedî ezmûn in. Belê, dibe ku êrîş ji Rûsyayê bên. Mînak, mîkrofona Rûsyayê dibêje ku divê opêrasîyonên leşkerî yên taybet li vir bên kirin, ev çi ye? Ew jî beşek ji wê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button