Wezîreta aborîyê li ser destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” û potênsîyala wê ya aborî niqaş kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan şanda bi serokatîya rêvebirê herêmî yê binesazîyê yê banka cîhanî ji bo Avropayê û Asyaya Navîn Çarlz Kormîêr qebûl kirîye.
Cîgira wezîr Anuşîk Avêtyan û seroka komîtêya tûrîzmê ya wezîreta Komara Ermenîstanêye aboriyê Lûsînê Gêvorgyan beşdarî civînê bûne.
Civînê de, li ser destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” û potênsîyala wê ya aborî niqaş hatine kirin.Wezîr Papoyan bal kişandîye ser rola banka cîhanî di pêkanîna bernameyên pêşvebirina hevkarîya aborî ya herêmî de.
Girîngîya beşdarbûna banka cîhanî di civîna veberhênanê ya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji bo sala 2026 a tê plankirin hatîye niqaşkirin.Wezîr Çarlz Kormîêrî vexwend ku beşdarî civînê bibe û jê xwest ku vexwendinê ji serokê banka cîhanî re jî bigihîne.
Her wiha behsa bernameya “Geşandina geştîyarî û binesazîya herêmî ya Ermenîstanê” (TRIP) hatine kirin, ku armanc dike civakên herêmî pêş bixe û pozîsyona Ermenîstanê wekî cihekî geştîyarîyê yê balkêş û reqabetkar qewîn bike.
Alîyan girîngîya berdewamîya xebata hevbeş û hevkarîya bibandor û gihîştina têgihîştineke hevbeş li ser gavên pêşerojê tekez kirine.







