H’emû nûçeSerekeSîyasî

Serokwezîr pêşwaziya şandeke bi serokatîya fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Hindistanê kir

Serokwezîr pêşwaziya şandeke bi serokatîya fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Hindistanê kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan şandeke bi serokatîya serfermandarê hêzên çekdar yên Hindistanê, gênêral Anîl Chauhan, ku bi seredaneke fermî li Komara Ermenistanê ye, pêşwazî kirîye.

Wekî ku ji aliyê ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê va ji Armenpress ra hatîye ragîhandinê, Nîkol Paşînyan seredana Anîl Çauhan bo Ermenistanê pêşwazî kir û bi guman gotîye ku ev yek wê ji bo pêşvaçûyîna berdewam, ya têkîlîyên di navbera Ermenistan û Hindistanê da, qewateke nû bide. Nîkol Paşînyan tekezî li ser têkîliyên germ û dîrokî yên sedsalan di navbera herdu welatan da kirîye û destnîşan kirîye ku heta îro jî di gelek aliyan da diyalogeke çalak heye.

Serfermandarê hêzên çekdar yên Hindistanê ji bo mêvanperwerîya germ spasîya xwe anîye ziman û lê zêde kirîye ku wan bi hevkarên xwe yên ermenîra ji bo pêşxistina hevkarîyê nîqaşên berhemdar kirine.

Di hevdîtinê da, herdu alîyan li ser mijarên têkildarî hevkariya pêştir di warê parastin û ewlehiyê da axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button