CîhanH’emû nûçeSerekeSîyasî
Trump: Paşînyan û Elîyêv rêberên pir başin

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe ya li Taştêya Dua ya Neteweyî da li Washingtonê got ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adrbêcanê Îlham Elîyêv bi rastî jî rêberên baş in.
Wî careke din rola xwe di çareserkirina hejmareke nakokîyên navneteweyî da bîr anî.
Trump got, “Min şerên dijwar çareser kirine, wek Kamboçya û Tayland, Kosovo û Serbistan, Pakîstan û Hindistan, Îsraîl û Îran, Ermenîstan û Adrbêcan.”
Trump behsa lûtkeya aştiyê ya 8ê tebaxê ya li Waşîngtonê û encamên wê kir û tekez kir ku di navbera her du welatada bi salan nakokî hebûn, lê wîra li hev hatîye wê yekê çareser bike.







