H’emû nûçeSereke

Rûsyayê pêşnîyara çêkirina stansîya atomî raberî Ermenîstanê kirîye

6 ê sibatê rêveberê giştî yê korporasîyna dewleta Rûsyayêye “Rosatom” ê Alêksêy Lîxaçov  rastî serokê  parlamênta Ermenîstanê  Alên Sîmonyan hatîye.Derheqa wê yekêda ji sêrvîsa çapemenîyê ya korporasîya dewletê ragîhandine.

Serokê “Rosatom” ê  derheqa pêşketina xebata li ser dirêjkirina duqat ya temenê xebitandina stansîya Ermenîstanêye atomî xeberdaye.Xêncî wê yekê ewî bi berfirehî mijara avakirina yekîneyên nû yên ênêrjîya atomî li Ermenîstanê niqaş kirîye.

Korporasîya dewleta “Rosatom” ê hevkarîyeke berfireh  raberî hevkarên ermenî dike, ku avakirina stansîyayên mezin, navîn yan jî bi kapasîteya biçûk û pêkanîna projeyên têkildar, tevî yên ne atomî jî di nav xwe de digire nav xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button